​​​​​​​Danûstandinên Lubnanê bi sendîqeya diravî ya navneteweyî re

El-Ehid hemleya xwe ya dozgerî li dijî berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame di doza parçekirina welat de ku barên wê zêde bûne, didomîne. Ev jî di çarçoveya berdewamiya hedefgirtina dozgeriyê ji Selame re, tê kirin. Gelo wê dirav û daraya Lubnanê ku ji ber gendeliya aborî ya paşguhkirî çawa bandor bibe û dê çawa Lubnanê bi ser bikeve ku bigihêje peymanekê bi sendîqeya darayî ya navneteweyî re tevî hestiyariya helwestê?

​​​​​​​Danûstandinên Lubnanê bi sendîqeya diravî ya navneteweyî re
3 adar, 2022   05:18
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Danûstandinên bi sendîqeya diravî ya navneteweyî re berdewam dikin. Ev jî di çarçoveya rastiyên aborî de ku Lubnan veguherandiye dewleteke hilweşî û ji hemû aliyan ve rastî karesatan hatiye pêk tê. Li ser rêya jinûve pêşxistinê û piştî derbeyên kujer ku li ser derbas nebûne, welatê wêrankirî hewl dide bi zimanê baweriyê û yekgirtî danûstandinê bi sendîqeya navneteweyî re bike.

Derbarê doza yekitî û dijberiyê de aborînasê lubnanî Patrîk Mardînî ji ajansa me re axivî û got: "Girîng e ku nêrîna tîma danûstandinan a Lubnanê yek be. Ev jî heger hikumeta niha ya Lubnanê di peydakirina wê de bi ser bikeve. Berovajî hikumeta berê ku nêrînên wê ji bo çareserkirina aborî, ne li gorî nêrîna beşeke berfireh a meclisa parlamentoyê bû û ji ber vê yekê jî hikumeta berê nekarîbû çareseriya xwe di parlamentoyê de derbas bike."

Mardînî wiha domand: "Hikumeta niha hewl dide xwe ji qada mayinkirî dûr bixe. Ji ber wê jî sendîqeya diravî ya navneteweyî danûstandinê tenê bi aliyekî re dike. Ev jî ji bo Lubnanê di warê pêbaweriyê de, xalek e. Lê tevî ku tîma duyemîn nêrîna xwe ji çareserkirina aloziya bankî re kir yek, ne tenê ji aloziya aborî bi giştî re, lê sendîqeya dirayî plana hikumetê red kir û ev jî ji ber gelek valahî tê de hebûn."

Mardînî diyar kir ku ilan hate redkirin, ji ber ku bi wê re dê karesatên mezin bi sedema piştdayîna xwe li ser veguhestina nîvê depoyan ji dolar ber bi lîreyên lubnanî ve, çêbibe û ev yek jî neheqî ye û li gorî bingeha redkirina sendîqeya navneteweyî, hikumet ne tenê ji bo aboriyê lê belê ji bo dîtina planeke bankî dixebite.

TEDBÎRN DOZGERÎ DIKARIN WERIN DERBASKIRIN

Di demên dawî de li Lubnanê tedbêrîn dozgerî li dijî berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame hatin girtin. Tedbîrên ku hatin erêkirin û pîrozkirin ji aliyê serokê Lubnanê Mîşêl Ewin û zavayê wî parlementer Cubran Basîl her wiha ji aliyê hikumet û meclisa parlementer, berpirs û serokên partiyan ve hate redkirin.

Lê serdegirtina dozgerî bi hemû tundutûjî û şerekî çapemenî ku nehatiye kirin dibe ku bigihêje nuqteyeke rasthatina ewlehî. Bi wê re dê derî li pêş serkeftina danûstandinên bi sendîqeya diravî ya navneteweyî re were girtin.

Pisporê aborî Patrîk Mardînî wiha pê de çû: "Sendîqeya navnetewyî ya diravî girîngiyê dide plana aborî ya hatiye pêşniyarkirin û bi erêkirina hemû aliyên lubnanî be û pirsgirêkan çareser bikin û ava nekin.  Sendîqe ji bo erêkirin û fînansesekirinê ne amade ye û dibîneku ku parlamento û banka navneteweyî ji bo plana hatiye pêşniyarkirin ne razî ne."

Ji ber vê yekê, sendîqeya navneteweyî hin bendên diyarkirî datîne da ku erê bike ku destek û fînansekirinê bide û lubnanê ji mirinê klînîkî rizgar bike. Bi vî awayî, ew ne girêdayî xelekeke teng e ku dijmin banka navendî kontrol bike.

Têkildarî vê yekê Mardînî wiha axivî: "Sendîqeya navneteweyî ya diravî siyaset û pêkanînên banga navendî ya Lubnanê rexne dike. Nakokiyên mezin di navbera her du aliyan de hene. Lê ez bawer nakim ku ev mijar takakesî be. Heger planeke baş û lihevkirî were pêşkêşkirin, sendîqe dê vê yekê erê bike. Ruxmî hebûna berpirsê banka Lubnanê Riyad Selame ku dê doz li dijî wî hebin."

Mêrdînî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Lê belê sendîqeya diravî ya navneteweyî daxwaza zêdetirî ji zelalbûn û rêvebirinê her wiha reformên binesaziyê di banga navendî de dike. Lê heta niha tu axaftin derbarê vê yekê de nehatine kirin. Ji ber axaftinên girêdayî vê planê hê jî didomin. Ev yek ji aliyê sendîqeyê ve tê redkirin. Tu itîrafê bi plana bankî cûdayî rewşa aborî nake, lê belê ew planke giştî ye. Li gel wê jî mijara deyn a giştî û kêmasiya budceya giştî, aramiya diravî, sererastkirina kehrebeyê her wiha zelalbûnê heye. Ji ber vê yekê dê tebîneyên sendîqeyê li ser banka navendî pir bin."

Di xwendina hemî tebîniyan de, tê diyarkirin ku pêwîstiya Lubnanê bi çareseriyeke bingehîn û ev yek destekê dide sendîqeyê ku keştiya rizgarkirinê bîne da ku wê rake û ber bi bejahiya ewlehiyê ve bibe.

SIYASETA DIRAVÎ, KIRASEKÎ GIRAN Ê LUBNANÊ LI SER MILÊ WÊ YE

Hewldanên Lubnanê ji bo bidestxistina baweriya sendîqeya navneteweyî ya diravî û serkeftina danûstandinê pê re mîna dereweke ku tenê  derewên zêde derdixe heta ku xwediyê wê bikeve û noqî çiraveke bê kevî bibe. Heger di destpêka derewê de meseleyeke birûmet be, ew bi serê xwe rizgarkirin e.

Siyaseta diravî ya li Lubnanê serdest e, siysateke diravî ye (bi nirxandina kes, darizandin yan jî serxistina wî) bandor nabe. Patrîk Mardînî texmîn kir ku ew siyaseteke diravî ye û xwe dispêre hebûna baweriyê bi siyaseta banka navendî ya aliyê pereyê neteweyî dide bazrê, jê dikişîne û fayîzê bilind dike û giştînameyên derdixe. Lê îro bi dozên li dijî banka Lubnanê û bi hebûna siyaseta diravî ya berbiçav re bandorê li îstîqrara pereyên li welat dike. Baweriya bi bankê û bi lîreya lubnanê tevliheviyan çêdike. Bi wê re tedbîrên sererastkirinê dijwartir dike."

Mardînî ji bo derketina ji vê tengasiyê çareseriyeke guncaw pêşkêş dike û wiha got: "Ji ber vê yekê min  ji desthilatdariya siyasî ya Lubnanê re pêşniyar kir ku siyaseta diravî ya bikar tîne biguherîne û berê xwe bide siyseta ku pêwîstiya wê bi îhtiyacê berbiçav tune ye. Anku berê xwe bide siyaset diravî ya otomatîk ku nave wê Currency Board ye."

Mardînî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anîz iman: "Bikaranîna Lubnanê ji vê siyasetê re tê wateya ku lîre ji sedî sed dolar digire. Banka navendî jî heger dolarek wê tune be, lîreyekê li beramberî wê nade. Ez texmîn dikim ku hemû pirsgirêkên li derdora siyaseta diravî ya Lubnanê, heke dozên wê li dijî banka navendî yan jî pirsgirêkên siaysî û ewlehî yên muhtemel bin, tu bandorên wê yên neyênî li ser me tune ne heke Currencî Board pêk anî."

Ne diyar e ku rewş bi vê awaykî zehmet e lê pêwîstî bi îradeyek rast di hemû astan de heye ku welat ber bi sererastkirina pêwîst ve bibe da ku hilweşandina mezin çênebe û danûstandinê bi sendîqeya diravî re li gorî zimanê guncaw bike.

Dosyeya danûstandinan hîn nehatiye girtin û her dema ku derbas dibe ew jî tecrubeyên ji serdestiya Lubnanê re ye ku gelê Lubnanê li hêviya wê ye, da ku li jiyana xwe vegere. Ne dûr e ku pêşbaziya herî mezin ku niha li pêşiya hikumeta Lubnanê ye, dosyaya danûstandinan e û bi du beşên xwe yên aborî û siyaseta diravî ye.

(bx)

ANHA