Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Helebê ji sibê ve dest pê dikin

Ji rêveberên Kongra Star Nehle Mistefa bernameya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li Helebê eşkere kir.

Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Helebê ji sibê ve dest pê dikin
3 adar, 2022   02:42
HELEB- SOZDAR WEQAS

Ji rêveberên Kongra Star a bajarê Helebê Nehla Mistefa têkildarî bernameya 8’ê Adarê ya li Helebê ji ajansa me re axivî.

Nehle Mistefa di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê, rêber Abdullah Ocalan, şervanên YJA Starê û hemû jinên girtî pîroz kir.

Nehle Mistefa got: "Çalakiyên me dê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin û hemû saziyên jinan, komîn û meclis tê de beşdar bibin. Çalakî di 24'ê Sibatê de dest pê kir û heta 8'ê Adarê dê bidome. Her wiha dê semîner li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê werin lidarxistin.”

Nehle Mistefa diyar kir ku çalakiyên îsal dê ji yên berê cudatir bin û destnîşan kir ku her pêkhateyek dê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bibe.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

3'yê Adarê: Komînên jinan dê ji bo dayikên gerîla civînan li dar bixin.

4'ê Adarê: Pêşangeheke hunerên destan dê were vekirin.

5'ê Adarê: Dê şevbuhêrkeke stranan ji aliyê Hîlala Zêrîn ve were lidarxistin.

6'ê Adarê: Li gel saziyên pêwendîdar çalakiyek ji bo kesên astengdar li dar bikeve, çalakiyek ji aliyê Komîteya Aborî ya Kongra Star û Aboriya Giştî ve diyarî ji xebatkarên jin ên di warê aborî de kar dikin, werin lidarxistin û Kongra Star dê meşekê li dar bixe.

7'ê Adarê: Şahiyek ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve were lidarxistin û dê belavok werin belavkirin, wêneyan pêşkêş bikin, şevbuhêrkeke helbestan li dar bixin û Yekîtiya Jinên Ciwan dê pêşbirkên werzîşê li dar bixe.

8'ê Adarê: Dê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şahiyek were lidarxistin.

Nehle Mistefa di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî zîhniyeta nêrza ku dixwaze jinan qir bike, têkoşîna xwe gur bikin, her wiha 8’ê Adarê bi coşeke mezin pîroz bikin.       

(dx)

ANHA