Pîrozbahiyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin bi boneya 8’ê Adarê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya hatina Roja Jinan a Cîhanê û bi diruşma "Bi hev re parastina şoreşa xwe bikin û xaka xwe rizgar bikin" şahîd li dar xistin.

2 adar, 2022   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoceya rêzeçalakiyên platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boenya 8’ê Adarê dest pê kirine de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vê boneyê pîrozbahî li dar xistin.

QAMIŞLO

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê şahiyek li Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê li stada Heysem Kico li dar xist. Tê de saziyên civaka sivîl, saziyên leşkerî, nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Hawarî, Polîsên Trafîkê, Sutoro-Jin, Natore_jin, Rêveberiya Peywendiyan, Kongra Star û malbatên şehîdan amade bûn.

Şahdî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre dengên rêber Ocalan ên têkildarî 8’ê Adarê, girîngiya wê ji jinan re, dîroka jin û çewisandina nasnameya wê hate guhdarkirin.

Dûvre endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Em vê rojê li tevahî jinên welatparêz û berxwedêr ên li dijî zulmê û koletiyê serî hildane pîroz dikin. Her wiha vê rojê bi taybet li rêber Ocalan pîroz dikin ku rêya jinê ronî kir û gihand vê astê."

Rîhan Loqo wiha domand: "Digotin jina Kurd paş ketiye û bi pêş nakeve. Lê rêber Ocalan em yek berovajî kir û têkoşîna azadiya di şexsê jina Kurd de derxist pêş."

Rîhan Loqo ev tişt got: "Bi pêşengtiya jina Kurd jinên Ereb û Suryan û jinên ji tevahî etnîk û mezheban serî hilda û tev li şoreşa jina Kurd biba, banga mafên xwe bikin û ser kevin û mirovahî bi vê têkoşînê parastin. Ji lew re em tevahî deyndarê fikir û felsefeya rêber Ocalan in û dê bi berdewamî têkoşînê bidin ku rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe."

Dûvre koma Cûdî ya girêdayî Navenda Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî ya hunermend Sîma Serêkaniyê pêşkêş kir, piştre wêneyên şehîdan ên malbatên şehîdaên ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin pêşkêşkirin û Kongra Star hat xelatkirin. Li gel wê jî endama rêveber a Asayîşa Jin a herêma Cizîrê Helat Mihemed ji hêla Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê ve hate xelatkirin.

Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya pêngava çalakiyan Roja Jinan a Cîhanê bi diruşma "Bi hev re em parastina şoreşa xwe dikin û xakê rizgar dikin" di 23’yê Sibatê de dest pê kir û dê heta 10’ê vê mehê berdewam bike.

MINBIC

Girêdayî mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û Gundewarên wê şahiyek bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Akademiya Şehîd Şaban a li başûrê rojhilatê bajêr li dar xist. Tê de tevahî sazî, komîteyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran, tevahî saziyên taybet bi jinan beşdar bûn. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre endama rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin Cîhan Berkel bixêrhatina beşdaran kir.

Her wiha endama Kombûna Jinan a Zenûbya Heyat El-Salim axivî û wiha got: "Bi navê her jineke azad em vê şahiyê li Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin pîroz dikin. Em hêvî dikin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giştî, jin bi taybet her tim bi ser kevin, ewlehî, îstirar û aştiyê li herêmê pêk bînin. Em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin."

Dûvre li ser navê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Helîme Ebû Bekir axivî û wiha got: "Em vê rojê li rêber Oclaan pîroz dikin. Rêber Ocalan jiyana xwe kir xizmetî azadiya jin û civakê."

Li aliyekî din jî Hevseroka Komîteya Hundirîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Wedha El-Casim jî wiha got: "Meha Adarê hat û di rojên xwe yên destpêkê de Roja Jinan a Cîhanê ye. Ev roj di encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanê de ji bo bidestxistina mafên xwe pêk hat.”."

Li ser navê rûspî û şêxên Minbic Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û wiha got: "Bi boneya 8’ê Adarê em vê rojê li hevalên xwe yên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Ev jin cihên serbilindî û serfiraziyê ne. Gel diparêzin û canê xwe di oxira parastina ewlehî û aştiya welat de didin."

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, meclisa rêveber, meclisa qanûnsaz, Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD’ê bi vê boneyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin pîroz xelat kir.

REQA

Têkildarî mijarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Reqayê şahiyek li dar xist û tê de bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre alîkara serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Leyla Qehreman bixêrhatina tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Leyla Qehreman tevahî şehîdên rola wan di pêkanîna ewlehî û aştiyê herêmê de hebûn bi bîr tînin.

Di şahiyê de stran bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û dîlanên gel hatin pêşkêşkirin û mertal ji Rêveberiya Jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaxê Reqayê re hat pêşkêşkirin.

DÊRAZOR

Li aliyekî din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Dêrazorê şahiyek bi diruşma "Têkoşîna me berdewam e û berxwedana me serkeftin e" şahiyek bi boneya 8’ê Adar li dar xist.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û tê de nûnerên meclisên sivîl û leşekrî yên Dêrazorê amade bûn.

Li ser navê malbatên şehîdan endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Eyla El-Ebdullah axivî û ev bone li tevahî jinan pîroz kir.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrezad El-Casim axivî û ev roj li tevahî jinan pîroz kir, bi taybet li endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de ku Roja Jinan a Cîhanê ye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê şahiyek li dar xist û tê de Asayîşa Jin ji bo kedên wan hate xelatkirin.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser, nûnertiyên partiyên siyasî yên bajar û şêniyên bajar beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li hola Reşo ya rojavayê bajarê Hesekê hate lidarixstin. Di şahiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Asayîşa Jin xelat kir.

Paşê govend hate gerandin.

ŞEHBA

Bi heman boneyê bi sedan endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê li kampa Serdem a li gundê Til Sosin a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a herêma Efrînê Valantîna Hemo 8`ê Adarê Ii hemû jinên cîhanê pîroz kir.

Valantîna Hemo wiha domand: "di her civakekê de jin heye ew civak bi aştî, azad û edalet e. Jina azad ji welatê xwe re wefedar e û heke soz da pêk tîne."

Her wiha ji rêveberên Kongra Star a herêma Efrînê Ferîda Îbo îşaret bi girîngiya jinê di jiyanê û hemû xebatan de her wiha berdêlên ku jinan dane nexasim jina Kurd kir û ev tişt got: "Jinên Kurd rastî hemû cûreyên zehmetiyan hatin û bûne pêşeng. Em îro bi saya berdêlên ku jinan dane, cejna jinê pîroz dikin."

Ferîda  Îbo teqez kir ku ew ê şoreşa xwe ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin biparêzin.

Paşê stran hatin pêşkêşkirin û govend hatin gerandin.

(fr-bx)

ANHA