Li Helebê îstîxbarata Şamê du koçberên Efrînê revandin

Çavkaniyên herêmî ji bajarê Helebê ragihand ku îstixbaratên girêdayî hikumeta Şamê welatiyek ji koçberên Efrînê dema ku berê xwe dida bajarê Helebê, revand.

Li Helebê îstîxbarata Şamê du koçberên Efrînê revandin
2 adar, 2022   15:14
ŞEHBA

Çavkaniyan destnîşan kir ku şaxê "Ewlehiya dewletê" welatiyê ji koçberên Efrînê li ser bendeke kontrolê li deriyê veguhestinê yê bakurê bajarê Helebê li nêzî çerxerêya Lêremon, revand.

Çavkanî anî ziman ku welatiyê hatiye revandin Welîd Mihemed Tobal (30) û dayika wî Îmiş ji şêniyên gundê Eltaniya yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê ye.

Çavkanî piştrast kir ku îstixbaratên girêdayî hikumeta Şamê di demeke berê de birayê Welîd, Şêro Mihemed Tobal bi hinceta ji bo leşkertiyê, revandibûn.

Çavkanî got şaxê "ewlehiya dewletê" ew welatiyên revandî ber bi cihekî ne diyar ve bir û  çarenûsa wan ne diyare.

(bx)

ANHA