Çeteyên dagirkeriyê welatiyek li Efrînê revand

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên bi navê "Polîsên leşkerî" welatiyekî kurd ji Efrînê revand û li beramber serbestberdana wî 20 hezar dolar fidye xwest.

Çeteyên dagirkeriyê welatiyek li Efrînê revand
2 adar, 2022   15:21
ŞEHBA

Li gorî çavkanî çeteyên "Polîsên Leşkerî" welatiyê bi navê Mehmûd Eslan Seydo (40) ê ji gundê Ebîdanê yê navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî revand.

Çeteyan welatiyê revandî birin baregeha xwe ya li navenda Efrînê û ji malbata wî li hember serbesberdanê 20 hezar dolar fidye xwest. Her wiha çeteyan dest danî ser erebeya wî.

Heta vê kêliyê çarenûsa welatiyê revandî ne diyar e.

(fr)

ANHA