Bi boneya 8`ê Adarê li Dirbêsiyê semînerek hat dayîn

Ji rêveberên Nivîsgeha Jinan a MSD`ê di semînerê de got, 8’ê Adarê ji bo wefedariya têkoşîn û berxwedana hemû jinên banga wekhevî û edaletê dikirin re pêk û diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûryê têkoşîna xwe berdewam dike û gelek destkeftiyên mezin pêk anîn.

Bi boneya 8`ê Adarê li Dirbêsiyê semînerek hat dayîn
2 adar, 2022   15:07
HESEKÊ

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, Nivîsgeha Jinan a MSD`ê li navçeya Dirbêsiyê semîner derbarê vê rojê de da û wateya vê rojê şîrove kir û behsa destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di semînerê de kesayetên siyasî, rewşenbîr, serbixwe, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û Nivîsgeha Jinan a MSD’ê amade bûn.

Di semînerê de endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD’ê Bedîa Erebo li ser girîngiya 8’ê Adarê axivî û wiha got: "Jinên li Amerîkayê li hember desthilat û zilma ku li ser wan dihat meşandin, sekinîn. Li hember zihniyeta desthilatdar sekinîn û di encama wê de hin şehîd bûn û bi dehan jî hatin girtin."

/ar/uploads/files/2022/03/02/134711_2022-3-2-alderbasiya-seminr-sebo-8-adare-28329.webp

Bedîa Erebo destnîşan kir ku ew ê bi hev re li hember zihniyeta desthilatdar bisekinin, rêya jinan di pêkanîna edalet û wekheviya nava civakê de bişopînin û ev tişt anî ziman: "Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Bedîa Erebo wiha pê de çû: "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew li gorî fikrên xwe yên azad dixebin û banga mafên xwe dikin. Her wiha edalet û wekhevî di nava civakê de pêk anî. Ji bo parastina ewlehiya herêmê şer kir û li tevahî cîhanê bûye pêşeng."

Bedîa Erebo diyar kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan asta têkoşîna ji bo azadiyê bilind kir û ev tişt got: "Gelek jin hene heta ku gihaştin asta şehadetê şer kirin. Hin jî hene ji bo rizgarkirina hemû jinan ji zihniyeta desthilatdar ku li ser wan hatiye ferzkirin, dixebitin. Bi têkoşîna wan jinan Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şoreşa jina azad tê naskirin."

Bedîa Erebo di dawiyê de teqezî li ser berdewamiya têkoşîn û berxwedanê kir heta ku hemû jinên cîhanê azadiya xwe bi dest bixin û wekheviyê pêk bînin.

(bx)

ANHA