Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li kantona Şehbayê meşek li dar xist û tê de tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir.

Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
Malbatên Şehîdan a Efrînê hevkariya PDK bi dewleta Tirk re şermezar kir
2 adar, 2022   14:18
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi diruşma" Bimire îxanet" li ser êya kampa Serdem a girêdayî Ehdasê ya Şehbayê meşek li dar xist û tê de tevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir.

Di meşê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko 8'ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û got: "Xiyaneta malbata Barzanî ji bav û kalên wan û heta niha didome û roj bi roj zêde dibin. Gelek şehîdên me yên ku li dijî îxanetê serî hildane bi destên wan şehîd bûn."

Hesen Berko di dawiya axaftina xwe de got: "Divê gelê Başûrê Kurdistanê hikumeta Barzanî tune bike."

Piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêman got: "Hemû dayikên şehîdan wê tola xwe ji malbata Barzanî hilînin û dawî li îxaneta vê malbatê bînin."

Reşîd Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îxaneta malbeta Barzanî tenê ji bo berjewendiyên malbatî ye, ne ji bo avakirina dewleta xwe û gelê xwe ye."

(dx)

ANHA