Çeteyan 4 şêniyên gundê Îska yê Şêrawa revandin

Çeteyên Feyleq El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî li gundê Îska ya navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çeteyan 4 şêniyên gundê Îska yê Şêrawa revandin
1 adar, 2022   07:48
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Şêrawa ragihand ku çeteyên Feyleq El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker 3 mêr û jinek li gundê Îska yê navçeyê revandine û hincetên revandina wan nehatine zanîn.

Navên kesên ravandî wiha ne: Hemîde Mihemed Mistefa, Şiyar Ehmed Şêxo Mistefa, Fîras Mistefa Kêfo, Rûdî Rifet Kêfo. Her wiha ew birin navenda çeteyan a li gundê Îska.

(dx)

ANHA