Hiqûqnas: Divê darizandina DAIŞ'yên girtî ji erkên pêşîn ên civata navneteweyî be

Hiqûqnasan diyar kirin ku divê avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ'iyên girtî erka pêşîn a civaka navneteweyî be û gotin: "Li gel xeteriya wan, di aliyê aborî û ewlehî de barê Rêveberiya Xweser giran dikin."

Hiqûqnas: Divê darizandina DAIŞ'yên girtî ji erkên pêşîn ên civata navneteweyî be
1 adar, 2022   06:41
REQA – EHMED EL-ESAF

Dosyaya DAIŞ'iyên girtî yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ji dosyayên herî bi girêk e ku Rêveberiya Xweser re rû bi rû ye, nemaze legel berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xeteriya çeteyan careke din derdikeve holê. Ruxm girîngiya vê dosyayê û xeteriya çeteyan a li ser tevahî cîhanê lê civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê tu gav neavêtine.

Li ser vê mijarê hiqûqnasên ji Reqa û herêma Firatê girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê destnîşan kirin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Salih Selame got, hebûna çeteyan di girtîgehan de xeteriyekê li ser Rêveberiya Xweser çêdike ku mîna bombeyan li ber teqînê ne û da zanîn ku bûyerên ku li girtîgeha Hesekê rû da xeteriya wan  a li ser Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere dike.

Salih Selame anî ziman ku civata navneteweyî berpirsê her tevliheviyekê ye ku di girtîgehên li herêmê de çêbibe û got, divê hesabxwestina ji çeteyên DAIŞ`ê yên girtî ji erkên pêşên ên civata navneteweyî be.

Salih Selame di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê em weke hiqûqnas banga avakirina dadgeheke navneteweyî taybet ji bo darizandina çeteyan bikin. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku dadgeheke ava bikin û darizandineke adil pêk bîne. "

Her wiha parêzer û endamê Yekitya Parêzeran a Kobanê Mistefa Şêx Muslim da zanîn ku civata navneteweyî vê dosyayê paşguh dike û naxwaze ku tiştên veşarî ji bo darizandina çeteyan werin eşkerekirin û wiha domand: "Ji ber her sûçekî heger cezayî be, an siyasî be an jî terorî be, protokolê hiqûqî ya lêpirsînê heye. Ji ber vê protokolê dê hemû kaxez werin eşkerekirin. Lê civaka navneteweyî naxwaze tişta veşartî di vê demê de were eşkerekirin."

Muslim destnîşan kir ku di rojên nêz de dibe ku nakokiyên berjewendiyan di navbera dewletên ku destek dan çeteyan û cihên ewle ji wan re peyda dikin de derketin, wê demê dê kaxez werin eşkerekirin da ku wan weke kaxeza siyasî were bikaranîn.

Muslim wiha pêde çû: "Em ji herêma ku girtîgehên terorîstan têde hene banga darizandina terorîstan dikin. Di her demekê de ji gelek dewletan şandeyek diplomatîk serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Gelek zarok û jinên DAIŞ`ê hatin radestkirin. Ev yek têrê nake. Lê yek ji wan dewletan mijara avakirina dadgehkirina navneteweyî ji bo darizandina terorîstên DAIŞ`ê bi awayekî cidî nagre dest yan jî helwesteke cidî di vê dozê de nagirin ku bandorên mezin li Rêveberiya Xweser dike."

Di dawiyê de Mistefa Şêx Muslim bang li civata navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî kir ku li ser esas û qanûna navneteweyî bixebitin da ku hesab ji hemû çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên li herêmê, were xwestin.

(bx)

ANHA