Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya 8’ê Adarê semînerek da

Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê semînerek li Girkê Legê da.

Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya 8’ê Adarê semînerek da
28 sibat, 2022   19:30
QAMIŞLO

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku platroma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê li dar dixin de, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Girkê Legê semînerek di komîna Şehîd Sêal Zargors de da û tê de bi dehan şênî amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/02/28/173851_2022-2-28-girke-seminer-jine-28129.webp

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongra Star Zulfa Bedûr semînerek têkildarî Roja Jinan a Cîhanê da û wiha got: "Îdeolojiya rizgarkirina jinan ku rêber Ocalan ji jinan re pêşkêş kir, hêzeke mezin da têkoşîna hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê û rêya ber bi azadiyê û xweîsbatkirinê li pêş wan vekir."

Zulfa Bedûr wiha domand: "Li tevahî cîhanê ji zêdetirî sedsalekî ve bi 8’ê Adarê tê pîrozkirin ku Roja Jinan a Cîhanê ye. Tê de jin bi dengekî bilind azadiya xwe û têkoşîna ji bo mafên xwe di her demê de nîşan didin û vê yekê ji hemû cîhanê re radigihînin."

/ar/uploads/files/2022/02/28/173906_2022-2-28-girke-seminer-jine-28229.webp

Zulfa Bedûr wiha semîner bi dawî kir: "Bi rihê hemû têkoşerên me dê 8’ê Adarê bibe rojek ku tê de berxwedan nûjen dibe û salvegera şehîdên jin tê pîrozkirin."

(fr)

ANHA