​​​​​​​Koçberên Efrînê: Berxwedan rêya yekane ya rizgariya Efrînê ye

Koçberên Efrînê got "Girêdana me bi xeta berxwedanê ve û mayîna me li kampê rêya yekane ya rizgariya Efrînê û vegera li warê xwe ye."

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Berxwedan rêya yekane ya rizgariya Efrînê ye
1 adar, 2022   00:43
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di 20’ê Çileya 2018’an de bi zêdetirî 72 balafiran êrişî kantona Efrînê kirin ku rûbera wê zêdetirî 3 hezar û 850 kîlometre çargoşe derbas nake.

Şêniyên Efrînê 58 rojan li hember topbaran û bombebarana bêserûber a bi tevahî cureyên çekên qedexekirî li ber xwe da. Di encama êrişan de bi hezaran welatî şehîd bûn.

18’ê Adara 2018’an ku roja dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ber bi Şehbayê be nêzîk dibe. Ev roj ji bo kurdan rojeke reş e tê hesibandin.  Şêniyên kantonê yên li kamp û malên nîvwêrankirî ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe ji nêzî 4 salan ve li ber xwe didin.

Li ser vê yekê koçberên Efrînê û niştecihên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê ji ajansa me re axivîn.

Sultane Mihemed metirsiyên xwe ji topbarana dewleta Tirk a li ser kantona Efrînê anî ziman û wiha got: "Em wê rojê ji bîr nakin, mîna ku duh bûye. Beriya 4 salan em di jiyaneke kêfxweş de di malên xwe de û bi ewle dijîn. Lê dagirkeriya Tirk bi balafirên xwe yên şer bê ser û ber em bombebran kir."

Sultane Mihemed wiha domand: "Me 58 rojan li hember tevahî cureyên êrişan li ber xwe da û ruxmî bi hezaran ji ciwan, zarok û jinên me şehîd bûne em teslîm nebûn. Lê armanca dagirkeriya Tirk ew bû  ku bi çi rêbazî dibe bila bibe me ji herêmê derxe û malbatên çeteyan li şûna me bi cih bike da ku demografiyê biguhere û nasnameya me ji holê rake."

Sultane Mihemed da zanîn ku temamkirina planan, berê li ser hatibû lihevkirin ku bi destê hin xayînên ku bi lez xaka firotin û dev ji armanca xwe ya avakirina yekitiya kurdan berdan pêk hat û wiha pê de çû: "Em îxaneta hin aliyên Kurd û hevkariya wan bi dewleta Tirk re di qetilkirina birayên xwe û koçberkirina wan de ji bîr nakin."

Sultane Mihemed wiha bi dawî kir: "Ez niha xîtabî wan dikin, hebûna me li vir û dûrketina me ji xakê tiştekî naguhere, berovajî wê em ê li hember astengî û zehmetiyan di kampan de li ber xwe bidin, da ku veger û rizgarkirina herêmên xwe misoger bikin."

Li aliyekî din jî Osman Seydo Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hatiye bi hedefgirtina kantona Efrînê ve girê da û ev tişt got: "Mîna komploya li dijî rêberê gelan Ocalan komployeke din li dijî şêniyên Efrînê pêk hat da ku planên xwe yên tunekirina kurdan pêk bînin."

Seydo wiha domand: "Derketina me bi darê zorê ji Efrînê, guhartina demografiya herêm û dibistanên zarokên me, ferzkirina zimanê tirkî li ser şêniyên resen ên mayî û hebûna me li vir bi nêzî 4 salan, nayê wateya ku me dev ji welat berdaye yan jî ji bîr kiriye. Armanca me îsrara mayîna li vir e heta ku herêmên xwe rizgar bikin û lê vegerin."

Zeyneb Oba jî xemgîniya xwe li ser koçberkirina bi darê zorê ji Efrînê wiha wesif kir: "Mîna bilbilekî di qefeseke zêrîn de ku girtîgeh tehemûl nekir û banga azadiya xwe kir."

Li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker Zeyneb Oba wiha bi dawî kir: "Ji dema ku em koçberî Şehbayê hatin kirin û heta roja îro ve, di nav bêdengiya hêzên hegemonîk de sûc têne kirin, bêyî ku hesab ji dagirkeran were xwestin. Ev dide diyarkirin ku ew jî hevkarên sûcan in."

(fr)

ANHA