Li Hecînê ji bo 3 şehîdan sersaxî hate xwestin

Li Hecînê merasîmê seraxiyê yê 3 şehîdan bi dawî bû. Di merasîmê de şêx û rûspiyên herêmê soza domandina xeta şehîdan dan.

Li Hecînê ji bo 3 şehîdan sersaxî hate xwestin
28 sibat, 2022   16:04
DÊRAZOR

Meclisa herêma rojhilat a Dêrazprê ji bo Cemîl Ayid El-Heşîm (Yezen Mergede), Hîşam Xelef El-Hisên (Seqîd) ji Mergede û Teysîr Ehmed El-Xelef (Cano) ê ji Şedad ku di êrişeke nemerde de şehîd bûne, duh konê sersaxiyê li bajarokê Hecînê vegirtibû.

Girseya şêniyên Hecîn û bi dehan şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên meclis û saziyên herêmê, Partiya Sûriya Pêşerojê, malbatên şehîdan, mala jin û ciwanan berê xwe da konê sersaxiyê.

Merasîm di roja duyemîn de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û gelek axaftin hatin kirin. Şêxê eşîra El-Beqan, Ebdulezîz El-Mihêmid got: "Şehîdan bi şev û roj ji bo parastina ewlehî û îstîqrarê herêmê şiyar in, em deynarên wan in. Em nikarin bersiva keda şehîdan bidin, lê nirxê wan mezin e û ew jî şehadet e."

/ar/uploads/files/2022/02/28/141013_jmyl-alhfl-e280abe280ac.webp

Li aliyekî din jî rûspiyekî eşîra Igêdat, Cemîl El-Hefel ev tişt got: "Ciwanên me di oxira parastina xak û rûmetê de ku ewlehî û îstîqrar pêk were bi destê îxanetan şehîd bûn."

/ar/uploads/files/2022/02/28/141035_slah-alslman.webp

Rûspiyê eşîra El-Selman, Salih El-Selman da zanîn ku konê sersaxiyê erka hemûyan e û ji bo wefedariya bi şehîdan re ye û dê şopa şehîdan heta serkeftinê û binpêkirina planên derve berdewam bikin.

(fr)

ANHA