Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû

Pêşangeha Şêwekariyê ya  3'yemîn a li Kobanê di roja sêyemîn de bi belavkirina xeletan bi dawî bû.

Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû
Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû
Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû
Pêşangeha Şêwekariyê ya li Kobanê bi dawî bû
28 sibat, 2022   16:16
KOBANÊ

Pêşangeha Şêwekariyê ya  3'yemîn ku bi dirûşmeya "Keskesora Miştenûr sirûdên azadiyê dixemilîne" ji aliyê Desteya Çand û Huner a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve û bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn li bajarê Kobanê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Pêşangeh li hola Firatê hate vekirin. 70 tablo ku ji aliyê 20 wênesazan ve û bi çavdêriya wênesaz Mihemed Şahîn hatin xêzkirin, hatin daliqandin. Armanca ji vekirina pêşangehê; parastina çanda kurdî û teşwîqkirina hunermendan e ku behreyên ciwanan bi pêş bixin.

Pêşangeh 3 rojan dewam kir. Di her sê rojan de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê, endamên sazî û desteyên herêma Firatê berê xwe dan pêşangehê.

Di roja dawî ya pêşangehê de wênesaz Mihemed Şahîn, hemû hunermendên ku bi tabloyên xwe tev li pêşangehê bibûn ji aliyê Desteya Çand û Huner û Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ve hatin xelatkirin.

Di dawiyê de govend hate gerandin.

(bx)

ANHA