​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir

Şêniyên gundê Siwêd ê navçeya Eyn Îsa diyar kir ku ji ber topbarana domdar a dewleta Tirk a dagirker ew venagerin malên xwe. Her wiha bang li hêza garantor Rûsya û civata navneteweyî kir ku topbarana dewleta Tirk a dagirker rawestînin û vegera wan dabîn bikin.

​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
​​​​​​​Şêniyên Eyn Îsa banga garantiya vegera li malên xwe kir
28 sibat, 2022   07:00
EYN ÎSA

Di encama topbarana domdar a dewleta Tirk a dagirker de li dijî Eyn Îsa û gundewarên wê, di vê dawiyê de 53 malbat ji gundên El-Fasta, Siwêd û Mişêrfê ya Eyn Îsayê derketin.

22`yê Kanûna par ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker, gelek malên li wan gundan hatin wêrankirin, welatiyek şehîd bû û 5 welatiyên din ji malbatekê birîndar bûn; Salih Mihemed El-Hemûd (22), Mihemed Salih Hemûd (45), Ebdurehîm Hemûd (40), Hesan Mihemed )20) û zarokê bi navê Ebdurehîm Salih El-Hemûd (14).

Têkildarî mijarê ji gundê Siwêd welatiya bi navê Xedîce El-Ebid ji ajansa me re axivî û sedemên ji ber wê venagerin malên xwe wiha bi bîr xistin: "Gundê me nêzîkî eniya şer a ser bi dijminê Tirk ve ye û her tim tê topbarankirin. Ji ber vê yekê ez her tim hesabên jiyana zarokên xwe dikim."

Xedîce El-Ebid wiha dewam kir: "Her tim derdora gundê me dihat topbarankirin, lê vê carê rasterast malên me hatin hedefgirtin. Bûyera ku hişt em hîn zêdetir bitirsin, hedefgirtina malbata Salih El-Hemûd e ku di encamê de zarokek malbatê şehîd bûn û gelek kes ji wan birîndar bûn."

Xedîce El-Ebid bang li civata navneteweyî û hêza garantor Rûsyayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, da ku topbarana li ser gundên wan rawestîne û vegereke ewle ji şêniyan re dabîn bikin.

Koçbera bi navê Salîhe El-Mihemed ku ji gundê Siwêd e wiha axivî: "Ez ji denêg topan gelek ditirsim."

Dema ev malbat ji gundên xwe koçber bûn berê xwe dan Kampa Koçberên Girê Spî li bakurê Reqayê. Rêveberiya kampê jî ew pêşwazî kirin û pêdiviyên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.

Endamê rêveber ê kampê Elî El-Ebo anî ziman ku ruxmî derfetên kêm, lê koçber pêşwazî kirine.

Elî El-Ebo wiha domand: "Me li gorî derfetên xwe hewcedariyên van koçberan dabîn kirin. Lê dîsa jî em nikarin wan demeke dirêj pêşwazî bikin, ji ber ku di kampê de cih tune ye. Di ser de rêxistinên di kampê de kar dikin, di vî warî de nabin alîkar ji ber ku ev malbat bê qeyd derbasî kampê bûn."

Di du mehên derbasbûyî de, dewleta Tirk a dagirker gundên li eniyên şer topbaran kirin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 11 kesên din birîndar bûn.

(eh)

ANHA