‛Berxwedana me li hember êrişên Tirkiyê û ambargoya Şamê berdewam e’

Koçberên Efrînê piştrast kir ku hikumeta Şamê bi siyaseta xwe ya dorpêçkirina herêma Şehbayê dixwaze berxwedana gel têk bike got: “Em ê li ber xwe bidin, ji ber ku berxwedan rûmeta me ye.”

‛Berxwedana me li hember êrişên Tirkiyê û ambargoya Şamê berdewam e’
28 sibat, 2022   02:31
ŞEHBA

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser herêma Şehba ferz kiriye û rê nade ku madeyên bingehîn wekî derman, madeyên xwarinê û sotemenî derbasî herêmê bibin, ev yek jî azarên koçberên Efrînê zêde kirin.

4 bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li ser rêya di navbera bajarê Heleb û kantona Şehbayê de hene. Hikumeta Şamê bi vê siyasetê hewl dide berxwedana efrîniyan têk bibe û wan ji herêmê derxe.

Têkildarî mijarê jinên efrînî yên li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê dimînin ji ajansa me re axivîn.

Aytan Elûş bal kişand ser berxwedana gel li hember hemû zehmetiyan û got: "Dema zarokên me nexweş dibin, em wan dibin nexweşxaneyê, lê dermanê ku doktor nîşan daye li dermanxaneyên Şehbayê peyda nabin."              

`BERXWEDAN RÛMET E`

Aytan Elûş piştrast kir ku dorpêça hikumeta Şamê bandor li sotemeniyê jî dike û li gel şert û mercên dijwar ên hewayê, mazot li kantonê nîne. Her wiha piştrast kir ku ev yek îrade û berxwedana wan a li hember plan û peymanên ku ji aliyê dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve hatine plankirin lawaz nake.    

          

Hêza Brîmo destnîşan kir ku tevî zehmetiyên ku di bin çadiran de dikişînin û li gel derfetên jiyanê yên kêm jî, lê dê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û serî ji siyasetên dijminan re natewînin.        

Hêza Brîmo piştrast kir ku berxwedana koçberên di kamp û malên nîvwêrankirî de ji bo vegerin ser axa xwe, bersiveke xurt û zelal ji hemû siyasetên qirêj ên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker re ye.           

BERXWEDANA 58 ROJAN       

Di heman çarçoveyê de Gulistan Hiso got: "Em koçber bûne, hikumeta Şamê siyaseta birçîbûnê li ser me ferz dike û rê li ber ketina ard û mazotê ji Şehbayê re digire. Armanca wê ku berxwedana me lawaz bike û bi her awayî me tune bike. Lê em hebûna xwe ji hemû cîhanê re îspat dikin û em ê li ber xwe bidin da ku di nava aştiyê de bijîn."

Gulistan Hiso da zanîn ku kesên ku 58 rojan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe û her cure çekan li ber xwe dane, tu tişt wan natirsîne û berxwedana wan lawaz nake.         

(dx)

ANHA