Şêniyên Tirpespiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Tirpespiyê 25 şehîdên ku di mehên Çile û Sibatê de li cihên cuda şehîd bûne bi bîr anîn.

Şêniyên Tirpespiyê şehîdên mehên Çile û Sibatê bi bîr anîn
27 sibat, 2022   11:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo îro ji bo bîranîna 25 şehîdên ku di mehên Çile û Sibatê de li cihên cuda şehîd bûne li dar xist. Merasîm li hola Siyahî ya li bakurê navçeyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî wêne û kurtejiyana şehîdan û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rola şehîdan di avakirina welatan de hat pêşandan.

Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Ibêd berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hevgirtina gelên herêmê silav kir û got: “Em ê berxwedanê berdewam bikin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin biparêzin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta her 25 şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA