Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hîn jî binesaziya bajarên dagirkirî talan dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hîn jî binesaziya kantona Girê Spî ya dagirkirî wêran û talan dikin. Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyan têlên kehrebeyê yên di navbera bajarokê El-Elî Bcciliye û navenda kantona dagirkirî de dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hîn jî binesaziya bajarên dagirkirî talan dikin
27 sibat, 2022   11:18
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecehî ragihand li devera di navbera bajarokê El-Elî Baciliye û navenda kantona dagirkirî çeteyên Lîwa El-Qadisiye bi şev bi alavên mezin erd kolane.

Heman çavkaniyan diyar kir ku bi sibê re diyar bû ku çeteyan tora kerhebeyê ya di navbera bajarokê El-Elî Baciliye û navenda kantona dagirkirî de dizîne.

Her wiha çavkaniyên xwecih ji gundewarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye têl û veguhêzên kehrebeyê yên gundên Silûkê yê dagirkirî dizîne û ji bo wê wesayîtên mezin bi kar anîne.

(eh)

ANHA