Di tobparana dewleta Tirk a li dijî Til Temirê de welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve gundên Til Şinan, Um El-Xêr û Deşîşe yên Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de welatiyek bi navê Merwa Mihemed Xilêf (30) a ji gundê Um El-Xêr birîndar bû.

Di tobparana dewleta Tirk a li dijî Til Temirê de welatiyek birîndar bû
27 sibat, 2022   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve gundên Til Şinan, Um El-Xêr û Deşîşe yên Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de welatiya bi navê Merwa Mihemed Xilêf (30) a ji gundê Um El-Xêr birîndar bû.

Li gorî agahiyan zirar gihaştin malên şêniyan.

(şx)

ANHA