Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’: Divê Rojava bi tenê neyê hiştin

Di komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ de axêveran bal kişand ser xetereya çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê û got “Çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû herêm û cîhanê metirsîdar in. Di vê mijarê de divê Rojava bi tenê neyê hiştin.”

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’: Divê Rojava bi tenê neyê hiştin
26 sibat, 2022   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ bi panelan didome.

Panela yekemîn bi moderatoriya Zehya El-Reşî bi rê ve diçe.

Di vê panelê de nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Mihemed li ser mijara ‘Li ser DAIŞ’ê û tevgera wê ya li herêmê’ baxive.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi mijara ‘Nasandina Rêveberiya Xweser rola wê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de’, Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik bi mijara ‘Stratejiya şerê li dijî DAIŞ’ê û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê’ nirxandin kirin.

Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Ehmed bal kişand ser metirisiya DAIŞ’ê û got: “DAIŞ aramiyê dixe metirsiyê. Ji bo parastina aramiya li Iraq û Sûriye divê kar bê kirin. Navend pir girîngiyê dide van komxebatan. Daxwaz ji hêzên navneteweyî dike ku aramiyê li herêmê peyda bike.

Di vê komxebatê de em metirsiyê didin nîşandan. Divê DAIŞ û malbatên heyî bûye mijareke cîhanî, ji bo pêkanîn navendek ji bo çareseriyeke peyda bike ji bo vê mijarê girîng e. Ew kêrhatiya xweseriyê ya heyî ya pêşiya DAIŞ’ê girtî û pêwîstî bi alîkariya wê heye ku bikare pêşiya DAIŞ’ê bigire.

Divê hemû saziyên mafên mirovan, Xaça Sor û gelek saziyên din alîkariyê bikin. Alîkariyek pêwîst di vê mijarê de nehatiye kirin. Bar li ser milê rêveberiya xweser maye.

Pêwîst bû bê navber alîkarî bê kirin, bi taybet di mijara DAIŞ’ê de alîkarî bihata kirin. Rêveberiya Xweser ji ber vê mijarê, gelek tişt ji dest daye.”

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Sozdar Dêrik destpêkê spasiyên xwe pêşkêş kir. Dêrik diyar kir ku erkek pir dijwar li ber DAIŞ’ê kirine, di berxwedana li Sîna de 121 şehîd dane.

Dêrik got: “Mijara me teror e, stratejiya şerê li hemberî terorê ye. Ji bo li dijî terorê şer bikin, divê baş nas bikin û rast binasin. Ji 2012 heta niha weke hêzên YPG/YPJ û herî dawî weke QSD li ber xwe didin.

5 hezar jin li Şengalê hatin dîlgirtin, qismek hatibe azadkirin jî, lê tişta li wir bû, teror e. Mixabin hê me nekariya keçên Şengalî rizgar bikin.

‘TIŞTA LI SER EFRÎNÊ HATE KIRIN TEROR E’

Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrîşên dagirkeriyê hatin kirin, talan, dizî û wêranî teror e. Ziman, çand û baweriya wan tê tinekirin. Qetilkirina jinên Kurd û Ereb û tehşîrkirina şervanên YPJ’ê ev teroreke herî mezin e. Talan û qirkirina xwezayê û qûtkirina avê teror e.

Mijara herî esasî DAIŞ e. Bi salan em li gel El Nûsre, Cehş El Hur û çeteyên Tirk yên weke Cehş el Wetenî û taybet li dijî DAIŞ’ê şereke mezin hate kirin. Bi stratejiya parastina rewa li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerekî mezin hate kirin.

Herî dawî bi pîlan êrîşên li ser girtîgehê tên kirin. Herî dawî 20’ê Çileyê li ser girtîgeha Sînaa êrîşeke mezin hate kirin. Eger bi ser biketina wê cara duyemîn xîlafet îlan bikira. Lê bi saya berxwedana gelê me û hêzên me yên leşkerî ev yek têk çû. Lehengî û berdêlên mezin tên dîtin, dîtina vê ya ji raya giştî kêm dimîne. Hêzeke weke QSD û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir berdêl da û divê ev tişt were zanîn.

Di mijara girtî û çeteyan de bi hêviya rêveberiya xweser û QSD’ê ve tenê hatiye hiştin. Divê hê zêdetir alîkarî bê kirin û ev fedekarî bê dîtin. Zêdetirî 12 hezar çete hene li destê QSD’ê de ne, ji sedî biyanî ne û ji sedî 20 jî Iraqî û yên din jî welatiyên Sûriyê ne. Her wiha ji dewletên cuda jî hene.

Daxwaza me weke hêzên leşkerî, divê hemû dewletên berpirsyar bikarin girtiyên xwe bibin, dadgeh bikin an jî dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û bên dagdgehkirin. Ev wê alîkariya herî baş a ji bo Rojava be. Welatiyên li kampan dijîn divê li ber wan berpirsyar bin û alîkar bin.”

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd civata heyî silav û spasiya vê xebatê kir.

Çiya Kurd wiha domand “Ev komxebat divê bibin rêyên çareseriyê û xebatên baş bê kirin. Rast e koalîsyonek heye, lê di gelek warê din de alîkarî û hevkarî nehate kirin. Tenê di warê leşkerî de alîkarî hate kirin. Ev jî têra serketineke mayînde nake. Terora heyî bi rengê fikir, çand û leşkerî xwe rêxistin kiriye. Divê di her warî de siyasî, aborî, çand û îdeolojî de ku hev temam bike, li dijî DAIŞ’ê bê kirin.

Ev valatiya heyî kir ku DAIŞ xwe careke din rêxistin bike. Ji 57 welatan çeteyên DAIŞ’ê li gel me girtî hene. Me tim got ev ne pirsgirêka Rojava û QSD’ê ye ya navneteweyî ye, divê piştevanî bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re bêkirin ku çareseriyek mayînde bê dîtin. Me tim bang kir ku her kes bên çeteyên xwe bibin, lê ji bo vê ti bersivek nema, hemû kar li ser Rêveberiya Xweser ma. Ev tehdîdek pir mezin li ser Rojava heye. Taybet li kampan û girtîgehan heye. Dema êrîş dibin, ev hêzên cîhadîst ji vê sûdê dibîne.

Dema Tirkiye êrîş dike, çete jî dikevin hêzê û dikevin tevgerê. Êrîşên Tirkiye sûdê dide DAIŞ’ê û DAIŞ ji vê hêz û moral digire.

Divê hêzên navneteweyî û koalisyon di mijara DAIŞ’ê de zelal be. Carekî din bang dikin, hêzên li pişta DAIŞ û destekê didinê, ew jî rejîma Tirkiye ye. Ev hatiye îsbatkirin û belgeya vê hene. Zêdetirî 100 hezar çete derbasî Rojava kiriye. Li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, ji bo DAIŞ’ê bûne cihên ewle û xwe li wir rêxistin dike. Rayedarên DAIŞ’ê li wir in. DAIŞ li herêmên Tirkiye xwe bi cih dikin û dijîn.

Armanca Tirkiye û DAIŞ’ê ya li dijî gelê me yek e. Ew jî tinekirina gelê Kurd e. Tirkiye DAIŞ’ê weke hêzekê li dijî me û gelê me bi kar anî. Xwestin bi vê yekê destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike.

Gelê Kurd pêşengtiya demokrasî û azadiyê dike. Ji bo vê dibe hedefa van hêzên dagirker û çeteyên DAIŞ’ê. Yên pêşengtî li dijî DAIŞ’ê kir û fedekarî kir, gelê Kurd bû. Bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hemû pêkhateyan ve tekoşîn kir û di astekê de teror têk bir. Mirovahî deyndarê gelê Kurd, QSD, YPG/YPJ’ê ne. Cîhan tev deyndar e. Divê erka xwe ya li ber Rêveberiya Xweser û QSD’ê pêk bînin. Hemû alî divê erk û berpirsyariyên xwe yên li dijî DAIŞ’ê pêk bîne û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava bike.

Ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dîsa herêmên din hên ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatine kirin, teror e, talan e.

Em dîsa bang dikin û peyama xwe didin hemû cîhanê, erka xwe pêk bînin û berpirsyariya xwe ya li gel DAIŞ’ê pêk bînin. Divê dadgehek adil ji bo van çeteyan bê avakirin. Yan li Rêveberiya Xweser a Rojava dadgeh vekirin an jî çeteyên xwe bigirin û li gel xwe darezînin. Divê dawî li neqebûlkirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî bikin, ji ber DAIŞ ji vê sûdê digire û dagirker sûdê ji vê digre.

Mezinkirina terorê Tirkiye dike. Li gelek deveran Tirkiye piştgiriya terorê dike. Tirkiye divê bê cezakirin û hesab jê bê xwestin.”