​​​​​​​Banka Navendî ya Sûriyê şertên nû danîn ser şîrketên fînansê

Banka Navendî ya Sûriyê li ser şîrketên fînansê şertên nû danîn ku divê miqdara pereyê veguhastî ne kêmtirî 5 hezar dolarî be.

​​​​​​​Banka Navendî ya Sûriyê şertên nû danîn ser şîrketên fînansê
26 sibat, 2022   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Qasyon ku agahiyên xwe dispêre gelek malperên aborî, ragihand ku Banka Navendî ya Sûriyê destûr da şîrketên fînansê ku zêdetirî 5 hezar dolar wergirin û miqdarên ji vê kêmtir bi lîreyên Sûriyê wergirin.

Di heman demê de kesên zêdetirî 5 hezar dolarî werdigerin, heke bixwazin dikarin vê miqdarê bi lîreyê Sûryê hildin.

Li gorî biryarê miqdarên ji 5 hezar dolarî kêmtir, divê tenê bi lîreyê Sûriyê werin wergirtin.

Di pratîkê de li gel ku ne pêkan e ev miqdar ji xizanan re bê şandin, di sûka reş de nirxê dolar cuda ye û ji pereyên têne veguhastin, tê qutkirin.

(eh)