Çavê Moskovê li Kîevê ye

Meclisa Ewlehiyê nekarî Rûsyayê tawanbar bike ji ber ku Rûsyayê mafê vetoyê bi kar anî. Li aliyekî din serokê Ukraynayê îro bang li ukraynayiyan kir ku xwe teslîm nekin û Kîevê biparêzin.

Çavê Moskovê li Kîevê ye
26 sibat, 2022   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li ukraynayiyan kir ku xwe teslîm nekin û Kîevê biparêzin.

Zelensky di qeydekê de îdiayên ku ew bang li leşkeran dike da ku xwe radest bikin, derewandin û got: “Ez li vir im. Em ê welatê xwe biparêzin.”

Fermandariya artêşa Ukraynayê îro ragihand ku gelek deverên li nêzî bajarên Sumy, Poltava û Maripol hatin bombebarankirin.

Her wiha fermandariyê diyar kir ku Rûsya ji Deryaya Reş moşek avêtine erda Ukraynayê.

Şêwirmendê serokatiya Ukraynayê got şer li nêzî bajarên Kherson, Mykolaiv û Odessayê didome.

Reutresê jî ragihand ku îro dengê guleyan li nêzî avahiyên hikumetê yên li Kîevê tê bihîstin.

Artêşa Ukraynayê vê sibê ragihand ku êrişa leşkerên Rûsyayê şikandiye ku duh bi şev li dijî nuqteyên artêşê yên li kolaneke sereke ya Kîevê pêk hatiye.

Ajansa Interfax a Rûsyayê jî da zanîn ku hêzên Rûsyayê bajarê Melitopol ê li başûrê Kîevê desteser kiriye. Rûsyayê gelek êrişên bi moşekan û topan li dijî gelek bajaran pêk anîne.

Rayedarên Kîevê jî eşkere kir ku moşekek li apartmanekê ketiye. Şahidekî ji Reutresê re eşkere kir ku moşekeke din li nêzî balafirgehê ketiye. Lê agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxisitn.

Pûtîn serokatiya Ukraynayê bi pêkanîna komkujiyan li dijî gelê bi rûsî diaxive yê li rojhilatê Ukraynayê tawanbar kiribû. Kîev û hevalbendên wê yên rojavayî ev tawan red kirin û bi “propagandaya bêbingeh” bi nav kir.

Roja înê jî Pûtîn bang li artêşa Ukraynayê kir ku derbeyekê bikin, serokên xwe yên “naziyên nûjen” tune bikin û “desthilatê bi dest bixin”. 

Dewletên rojavayî jî ceza li ser Rûsyayê ferz kirin; bankên wê kirin lîsteya reş, îxracên teknolojiyê qedexe kirin lê negihaştin wê astê ku Rûsyayê ji pergala SWIFT’ê derxin.

Li NY`yê Rûsyayê mafê vetoyê li dijî biryarnameya Meclisa Ewlehiyê bi kar anî ku tevgerên wê yên li dijî Ukraynayê tawanbar bike. Çîn, Hindistan û Îmaratê dengê xwe neda. Lê 11 endamên meclisê deng dan û piştgiriya biryarê kir.

Ukraynayê jî bang li welatiyan kir ku Kîevê biparêzin. Li gorî rayedarekî NY`yê gelek malbat xwe li jêrzemînan veşartine û bi sed hezaran malbat jî ji malên xwe derketine.

Rayedarên Ukraynayê got zêdetirî hezar leşkerên Rûs hatine kuştin. Lê Rûsyayê agahiyên der barê mijarê de parve nekirin.

Her wiha Zelensky got: "137 leşker û sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndar bûne. ”

(şx)