​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe eşkere kir ku di 25`ê Sibatê de li Dêrazorê şehîd bûbû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
26 sibat, 2022   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe eşkere kir ku li Dêrazorê şehîd bûbû.

Li gorî daxuyaniya navendê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şehîd: Mehmûd El-Metir El-Casim

Navê bav: Hemdan
Navê dayikê: Cemla
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hecîn, 06.12.2021
Cih û dîroka şehadetê: Hecîn, 25.02.2022

Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de, sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd El-Meter re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

(eh)