​​​​​​​NY: Li Ukrayna zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber aloziya li Ukraynayê zêdetirî 100 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.

​​​​​​​NY: Li Ukrayna zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne
25 sibat, 2022   16:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Ukraynayê zêdetirî 100 hezar sivîl ji ber aloziya heye koçber bûne û bi hezaran jî sînor derbas kirine.

Berdevka ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) Ravina Shamdasanî jî diyar kir ku karmendên wan heya niha herî kêm 127 qurbaniyên sivîl piştrast kirine.

Shamdasanî da zanîn ku ji wane 25 kes hatine kuştin û 102 birîndar bûne. Şhamdasanî got ku bi giştî ji ber topbaran û êrişên esmanî bûne qurbanî.