Li herêmên Rêveberiya Xweser 22 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmên rêveberiyê 22 kesên din bi koronayê ketin û yek din jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên Rêveberiya Xweser 22 kesên din bi koronayê ketin
25 sibat, 2022   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku li herêmê 22 kesên din bi vîrusa korona (Covid-19) ketine û yek din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî desteyê kesê jiyana xwe ji dest daye mêrek ji bajarê Qamişlo ye û kesên bi koronayê ketin, 14 mêr in û 8 jin in û ji van herêman in:

Hesekê 6

Qamişlo 6

Dêrik 5

Amûdê 1

Minbic 1

Kobanê 3

Bi van daneyên dawî, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 38 hezar û 375 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest da bû hezar û 552. Her wiha hejmara pêketiyên ku rewşa wan baş bûye bû 2 heza rû 555.

ANHA