Rojnameyên erebî: Rûsyayê herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de kirin hedef

Rojnameyên erebî yên vê îro îşaret bi êrişên li dijî herêmên Sûriyê yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de, têkiliyên Erebistana Siûdî-Qibrisê û dosya avakirina hikumeta Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Rûsyayê herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de kirin hedef
Rojnameyên erebî: Rûsyayê herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de kirin hedef
Rojnameyên erebî: Rûsyayê herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de kirin hedef
25 sibat, 2022   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÛSYA HERÊMÊN DI BIN KONTROLA TIRKIYÊ YÊN LI BAKURÊ SÛRIYÊ DE DIKE HEDEF’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên hewayî birin ser herêmên bakurê Helebê. Ev herêm jî di bin kontrola dewleta Tirk û "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" de ne ku Enqere rasterast piştgiriya wan dike. Hemwextî vê yekê bombeyên ronîkirinê avêtin herêma Babê û bakurê Helebê. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê herêmên başûrê Idlibê topbaran kirin, di encamê de 40 serî pez telef bû û gelek sivîl birîndar bûn.

Çalakgerên li Hemayê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê yên li kampên Corîn û Mîrza bi moşekan êrişî gundên Eynkawî, Ziyare, Qestûn ên li Sehil El-Xab ên bakurê rojavayê Hemayê kir. Di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn û hin mal wêran bûn. Hemwextî vê yekê balafirên bêmirov ên Rûsyayê li asmanê herêmê geriyan.”

‘EREBISTANA SIÛDÎ TÊKILIYÊN XWE YÊN BI QIBRISÊ RE XURT DIKE’

Têkildarî têkiliyên Siûdiyê yên bi Qubrisê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Piştî normalîzekirina têkiliyên Siûdî-Tirkiyê, têkiliyên di navbera Erebistana Siûdiyê û Qibrisê de bi pêş ketin.

Dihat payîn ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan vê mehê serdana Erebistana Siûdî bikira, lê yê ku dê hefteya bê bigihêje Riyadê, serokê Qibrisê Nicos Anastasiades e. Serok dê du rojan li wir bimîne û bi Mihemed Bîn Selman re bicive.

Ev yek piştî çend rojan ji serdana şandeya Siûdiyê ya bi serkêşiya wezîrê karê derve Feysel Bin Al Siûd ji Nîkosiyayê re, pêk hat. Siyasetmedarên li Kendavê pêşbîn dikin ku serdana serokê Qibrisê gelek nîşaneyên siyasî digire nava xwe.

Dihat payîn ku Erdogan vê mehê serdana Siûdiyê bike, lê li gorî daxuyaniyên Tirkiyê ev serdan hate paşxistin.

Têkiliyên Enqere û Riyadê di salên berê de ne baş bûn, ji ber ku têkildarî gelek dosyayan li hev nedikirin, nemaze ji ber piştgiriya Enqereyê ji rêxistinên îslamî û hewldana berfirehkirina serweriya xwe li herêma erebî.

Emîr Feysel anî ziman ku welatê wî li benda Qibrisê ye ji ber ku "pira" di navbera Rojhilata Navîn û Yekitiya Ewropayê de ye.

Piştî derbeya leşkerî ya 1974`an Qibris hate parçekirin û rejîma Tirkiyê li pêşberî kar û xebata NY`yê ya bi armanca yekitiya giravê sekinî.

Çavdêr pêşbîn dikin ku daxuyaniyên Siûdiyê îhtîmal e hesasiyetê di navbera Riyad û Enqereyê de çêkin, nexasim ku dewleta Tirk doza Qibrisê wekî xeteke sor dibîne.

Ev têkilî bi aliyê aborî ve sînordar nema, lê belê qada leşkerî jî girt nava xwe. Mînaka wê jî beriya niha Erebistana Siûdî li Yewnanistanê tedbîqatên leşkerî pêk anîbûn, her wiha serfermandarê Siûdiyê Feyad Bin Hemed El-Rolî bi şandeyeke bi serkêşiya Feysel Bin Ferhan serdana Qibrisê kir.

‘BAŞAXA AMADEBÛNA XWE JI AVAKIRINA HIKUMETA LÎBYAYÊ RE RAGIHAND’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Nivîsgeha Ragihandinê daxuyand ku serokê hikumeta Lîbyayê piştî şêwirên berfireh ên bi aliyên siyasî re, têkildarî avakirina hikumetê li gelek pêşniyaran guhdarî kir û tevlêbûna nîştimanî berfireh kir, duh amadebûna xwe ji avakirina hikumetê re ragihand.

Meclisê duh endamên xwe vexwendin rûniştina dê duşema bê were lidarxistin, lê li ser naveroka wê tiştek zelal nekir.”

(eh)