​​​​​​​‘Projeya neteweya demokratîk ji bo gelên herêmê serkeftinek e’

Mamosteyên zimanê suryanî diyar kir ku projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, derfet li pêşiya hemû pêkhateyan vekir ku bi zimanê dayikê perwerde bibin. Mamosteyan diyar kir ku ev proje ji bo gelên herêmê serkeftinek e û banga parastina wê kir.

​​​​​​​‘Projeya neteweya demokratîk ji bo gelên herêmê serkeftinek e’
25 sibat, 2022   07:22
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Cûdabûna çandî, etnîk û zimanî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybetmendiyek e. Ew jî li ser bingeha fêrbûna bi zimanê dayikê ye. Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku di Çileya 2014`an de hate ragihandin, 3 zimanên sereke (kurdî, erebî û suryanî) esas girtin.

Di vê derbarê de hevseroka Saziya Ulf Tau ya zimanê suryanî li Qamişloyê Cozfîn Somê bal kişand ser siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî pêkhateyên li Sûriyê, ew jî bi rêya girîngiya ku da zimanê erebî tenê, zimanên din paşguh kirin û wiha axivî: "Tevî pirrengiya pêkhate û baweriyan li herêmê, lê her tim Sûriyê digot ew tenê dewleteke Ereban e."

/kr/uploads/files/2022/02/25/072457_-1.webp

Cozfîn teqezî li ser rola erênî ya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku derfet da hemû pêkhateyên herêmê ku bi zimanê dayikê fêr bibin, perwerde bibin, parastina çanda xwe bikin û wiha got: "Ziman ji bo parastina hebûna hemû pêkhateyan girîng e. Ji ber wê jî divê parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jiyana hevbeş û projeya neteweya demokratîk, were parastin."

RAGIHANDINA PÎVANÊN JIYANA HEVBEŞ Û PÊKANÎNA WÊ

/kr/uploads/files/2022/02/25/072436_-1.webp

Hevserokê Saziya Ulf Tau Calînos Îsa diyar kir ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fêrbûna hemû pêkhateyan bi zimanê dayikê bi rêya meteriyalên fermî di dibistanên Rêveberiya Xweser de, serkeftina hemû gelên herêmê re ye.

Di sala xwendinê ya 2014-2015`an de, meteryalên xwendinê ji bo polên yekem û duyem ên Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî hatin dayîn û di sala xwendinê ya sala 2015-2016`an de jî ji pola yekem heta şeşem bi zimanê Kurdî meteryalên xwendinê hatin xwendin. Niha jî xwendekarên Kurd di hemû astên xwendinê de bi zimanê Kurdî, xwendekarên Ereb jî bi zimanê dayikê û xwendekarên Suryanî jî bi zimanê xwe Suryanî, dixwînin.

Îsa di axaftina xwe de îşaret bi xebat û rola saziya Ulf Tau ya zimanê Surynî di pêkanîna projeya biratiya gelan bi awayekî çalak di nava herêmê de kir û wiha anî ziman: "Saziya Ulf Tau dixebite da ku derçûna mamosteyan bi zimanê Suryanî ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji Kurd, Ereb û Suryan, pêk bîne. Ev jî bi hevkariya komîteya meteryalan a girêdayî Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê tê kirin. Di saziyê de gelek beş hene ji wan (Zanist, fîzya, kîmya, matîmatîk, civak û jiyan û mûzîk). "

Îsa diyar kir ku her pêkhateyek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî meteryalek bi ziman û çanda wî ye ku ji wan re weke xewnekê bû, her wiha teqez kir ku ev yek bi saya Rêveberiya Xweser û îradeya gelan a girêdana wan bi çand û zimanên wan tevî hemû siyasetên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve li dijî wan hatin kirin û ev tişt anî ziman: "Tişta ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin ji azadî û demokrsiyê li tevahî cîhanê bûye pêşeng. Ew jî bi rêya îsbatkirina her pêkhateyekê ji hebûna xwe re, jinûve dayîna pîvana jiyana hevbeş û pêkanîna wê li ser rûyê erdê."

‘BI WINDABÛNA ZIMAN RE GEL JÎ WINDA DIBE’

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya Manîfestoya Şaristaniyê de dibêje: "Asta ziman asta pêşketina jiyanê ye. Anku civakek bi zimanê xwe yê dayikê çi qasî bi pêş bikeve, asta jiyanê jî bi heman rengî bilind dibe û civak çi qasî zimanê xwe winda bike û bikeve bin serweriya zimanên din, diyar e ku civakên di vê rewşê de ji aliyê derûnî, exlaqî û estetîk ve ji jiyaneke tijî wate nagirin. Heta ku nebin wê mehkûmî jiyaneke trajîk bin û wek civakên nexweş bimirin."

Îsa bal kişand ser siyastên paşguhkirinê ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve li dijî gelên herêmê hatin bikaranîn û wiha pêde çû: "Armanca siyasetên hêzên desthilatdar bikar tîne ew e ku gel û neteweyên din bi rêbazên cûda bihelîne. Ew jî bi rêya ku derfetê nede wan ku bi zimanê dayikê biaxivin û fêr bibin û zimanê erebî li hemû pêkhateyan ferz bike."

Calînos Îsa wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke gelên herêmê parastina destkeftiyan nekin, hêzên desthilatdar dê ji nû ve siyaset û serweriya xwe ferz bikin.”

(bx)

ANHA