​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Sûcên dewleta Tirk ji ber bêdengiya civata navneteweyî ne

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xeta sînor, ji ber bêdengiya civata navneteweyî ne û got ev sûcekî şer e.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Sûcên dewleta Tirk ji ber bêdengiya civata navneteweyî ne
25 sibat, 2022   11:53
HESEKÊ - MEHMÛD UBÊD

Artêşa Tirk piştî ku di gelek êrişên xwe de bi bin ket, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên Başûrê Kurdistanê û Şengalê kirin hedef û qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin. Herî dawî jî bi balafireke bêmirov li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyek kir hedef, di encamê de 4 welatî birîndar bûn.

Şêniyên Hesekê got êrişên berdewam ên dewleta Tirk, ji ber bêdengiya civata navneteweyî ne û sûcên şer in.

Ebdulbaqî Îbrahîm êrişên artêşa Tirk ên li ser welatiyan şermezar kirin û got: "Divê civata navneteweyî, di serî de DYA û Rûsya li hemberî sûcên dewleta Tirk bi erka xwe rabe."

Dilsoz Îbrahîm jî êrişên artêşa Tirk ên rojane ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, şermezar kirin û got: "Civata navneteweyî berpirsa sûcên dewleta Tirk e.”

Rakan Şêxo jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî welatiyan şermezar kirin û wiha axivî: "Çi gunehê wan jin, zarok û pîran heye ku top û balafirên dewleta Tirk her tim wan dikin hedef? Sûcên dewleta Tirk sûcên dermirovî ne, lewma divê civata navneteweyî sînorekî ji dewleta Tirk a dagirker re deyne.”

(eh)

ANHA