Kremlin: Tu kelem li pêşiya dan û standina Pûtîn û Zelensky tune ne

Kremlin ragihand ku îhtîmal e dan û standin di navbera serokê rûsî Vladimir Pûtîn û serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky çêbibe, lê bi şertê ku Ukrayna behsa metirsiya Rûsya ya ewlehiyê bike.

Kremlin: Tu kelem li pêşiya dan û standina Pûtîn û Zelensky tune ne
24 sibat, 2022   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov got, Kremlin der barê lidarxistina diyalogên di navbera Pûtîn û Zelensky de tu astengiyan nabîne, lê bi şertê ku Ukrayna xwe ji parvekirina metirsiya Moskovê ya ewlehiyê re amade bike.

Dmitriy Peskov li ser ka Rûsya ji peywendiyê re amade ye lê na, ji rojnamevanan re got: "Ger rêveberiya Ukrayanayê ji vê mijarê re amade be."

Peskov bal kişand ser armancên Rûsya ji operasyonê û wiha dewam kir: "Divê Ukrayna bibe dewleteke bêalî û çek lê neyên belavkirin. Her wiha divê welat ji Naziyan rizgar bike û derfetên leşkerî yên Keîv werin diyarkirin."

Li aliyekî din jî Peskov destnîşan kir ku armanca operasyona leşkerî ya Rûsyayê ew e ku rê li pêşiya çekdarkirina Ukraynayê bigire, ji ber ku gefan li gelê wê dixwe.

(eh)