CPT: Divê serokê Herêmê biryara berdana girtiyên Behdînanê bida

Rêxistina Christian Peacemaker Teams têkildarî kêmkirina cezayê girtîgehê yê 5 girtiyên Behdînanê got ew li bendê bûn serokê herêma Başûr biryara berdana girtiyên Behdînanê bida û xwest biryara kêmkirina ceza ji bo tevahî girtiyên Behdînanê derbasdar be.

CPT: Divê serokê Herêmê biryara berdana girtiyên Behdînanê bida
24 sibat, 2022   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) li avahiya xwe ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî biryara serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku ji sedî 60 cezayê 5 girtiyên Behdînanê kêm kir, daxuyaniyek da.

Li ser navê CPT’yê Kameran Osman axivî û got ew li bendê bûn serokatiya Herêma Kurdistanê bi biryarekê tevayî sucên li ser rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê betal bike. Her wiha da zanîn ew li bendê bûn biryara yekser berdana wan bihata dayîn û tazmînata wan bi hata dayîn.

Di dewamê de Kameran Osman got divê biryar ji bo tevahî girtiyên Behdînanê derbasdar bûya û wiha domand: “Diviyabû ew biryar ji bo tevayî rojnamevan û çalakvanên girtî yên Behdînanê bihata dayîn. Ji berku dosya hemûyan yeke û girêdayî karê rojnamevanî, lidarxistina xwepêşandan û çalakiyên devera Behdînanê ne. Tevayî çalakvan û rojnamevanên Behdînanê di nava 6 mehan de hatine girtin.”

Di dawiyê de jî daxwaz hat kirin tevayî sucên li ser girtiyên Behdînanê were betal kirin û werin berdan. Her wiha hat gotin rêzgirtina li azadiya fikir û azadiya karê çapemeniyê erkê hikumet û desthilatê ye.