Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê al û wêneyên şehîdan tên daliqandin.

Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
Bi boneya 8`ê Adarê xemilandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
24 sibat, 2022   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên bi boneya 8`ê Adarê, vê sibê endamên Kongra Star li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê, Qada Şehîd Xebat Dêrik bi al û wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan xemiland.

Endamên Kongra Star diyar kir ku di rojên pêş de dê bazara Girkê Legê jî were xemilandin.

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê li Kobanê gelek alên xwe, yên YPJ’ê, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan daliqandin.

Di heman demê de Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê dest bi hemleya xemilandina têketinên bajêr, Çerxerêya Saetê û qadên bajêr kir.

Li aliyekî din jî jinan pankartên "Bi hev re em parastina şoreşa xwe bikin û erdên xwe rizgar bikin" daliqadin.

Tê payîn ku di çarçoveya hemleyê de belavok werin belavkirin û semînerên têkildarî girîngiya 8`ê Adarê werin dayîn.

Çalakiyên Roja Jinan dê heta 10`ê Adarê berdewam bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="650" height="350" src="https://www.youtube.com/embed/2eANJFNoL6I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="650" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/KoaBf3VeJQA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>