Pêkhateyên TEV-DEM’ê tev li hemleya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bûn

Yekitî û rêxistinên di bin sîwana TEV-DEM’ê de tev li hemleya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" bûn û diyar kir ku derxistina navê PKK`ê ji lîsteyê, mîsogerkirina aştî û demokrasiyê ye.

Pêkhateyên TEV-DEM’ê tev li hemleya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bûn
24 sibat, 2022   11:17
QAMIŞLO

Yekitî û rêxistinên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de, îro bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, ya bi armanca derxistina navê PKK’ê ji “lîsteya terorê” nîşan da.

Yekitî û rêxistinên îro bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji hemleya Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihand.

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen daxuyanî li pêşiya navenda tevgerê ya li Qamişloyê xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Têkoşîna partiyê ya teorîk, pratîk û xwedî mîrasekî exlaqî û mirovî ku parastina nirxên çandên gelê herêmê dike, her wiha nûnertiya rêxistineke rizgarîxwaz e, ji bo avakirina vîneke civakî ya azad tê dikoşe. Di heman demê de azadiya jinan kiriye bingeha têkoşîna xwe ya rewa û dûrî terorê.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: “Derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” mafekî rewa ye, ji ber ku xizmeta hemû gelan dike, her wiha parastina nirxên cewherî yên demokrasiyê dike. Li aliyekî din jî çanda aştî, biratiyê û diyaloga aştiyane di nav gelê herêmê de dide rûniştin û belavkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku xistina navê PKK`ê di lîsteyê de, bi armanca razîkirina siyasetên dewleta Tirk a şovenîst e, her wiha da ku destkeftiyên gelê Kurd û gelê herêmê têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de yekîti û rêxistinên di bin sîwana TEV-DEM’ê de wiha hate gotin: "Bi armanca piştgiriya însiyatîfa hemleya derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê, em ê li hemû sazî, rêxistin û yekitiyên xwe kar û xebatê ji bo komkirina îmzeyan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku derxistina navê partiyê ji vê lîsteyê dê avakirina aştî û demokrasiyê mîsoger bike û parastina mafên mirovan jî bike. Lewma em bang li Yekitiya Ewropayê û DYA`yê dikin ku navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” derxe."

(eh)

ANHA