Balafireke şer a Rûsyayê derdora Bab bombebaran kir

Vê êvarê balafireke şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, bombebaran kir.

Balafireke şer a Rûsyayê derdora Bab bombebaran kir
23 sibat, 2022   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmê, piştî 3 rojan ji gera balafirên Rûsyayê li asîmana herêmên bakurê rojhilatê Helebê û avêtina napoxên şewatê, vê êvarê balafireke şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê cihê parzûnkirina petrolê hate bombebarankirin, lê tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketin.

(fr)

ANHA