​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-02-2022
24 sibat, 2022   00:00

-Gerînendetiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê projeyeke avakirina daristaneke çêkirî li cihê bendava Miskeftê ya li navçeya Tirbespiyê ya Qamişlo vedike. Ew yek jî di çarçoveya projeyên çandina daran û zêdekirina rûberên kesk de pêk tê. Saet 09:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi însiyatîfa Partiya Kesk a Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo dê 121 dar li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi diruşma "121 dar ji bo bîranîna lehengên destana Gurzê Gelan" werin çandin. Saet 09:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr tînin. saet 13:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Saziya Zimanê Kurdî ya li Dêrikê şahiyekê ji xwendekar û mamosteyan re bi boneya Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-TEV-DEM li pêş navenda xwe ya li Qamişlo ji bo destekdayîna ji însiyatîfa gel re ku navê PKK’ê ji "lîsteya terorê" bê derxistin, daxuyaniyekê dide. Saet 10:30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mamosteyên jin ên li taxa Şêxmeqsûdê da zanîn ku gelê Kurd ji aliyê perwerdekirina bi zimanê xwe yê dayikê gelek azara kişand. Ji ber dewleta Tirk û hikumeta Şamê ev ziman û çand çewisand. Mamosteyan got, ji mafên her pêkhateyên li herêmê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Du endamên rêveber ên Mala Jin piştrast kir ku ji bo gelên bindest çareserî şerê gel ê şoreşgerî û parastina hebûnê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsayê di nava du mehên borî de şehîd çêbûn, her wiha ziyanên madî di mal û milkên sivîlan de çêbûn. Di vê derbarê de Meclisa kantona Girê Spî bêdengiya Rûsya ya garantor û civaka navneteweyî li hember van êrişan, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Wezîrê karên derve yê komara Qerebaxê David Babian da zanîn ku dewleta Tirk siyaseta terora li dijî hemû pêkhate, netewe û olên herêmê bi kar tîne û destnîşan kir ku destekdayîna dewleta Tirk ji terorê re xeteriyê li ser aramî û aştiya cîhanê çêdike her wiha got dewleta Tirk li hemû rêxistinên Kurdî dinihêre ku terorîst in, ji ber siyaseta wê li ser esasê qirkirina komî ye. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Senherîb Bersûm diyar kir ku divê gotin û pratîka Rûsyayê hev bigirin, di heman demê de MSD`ê tev li çareseriya siyasî ya Sûriyê bibe û got: "Sînordarkirina Rûsya ji projeya Rêveberiya Xweser bi kurdan ve lîstina bi tişta li ser erdê dibe, ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Yek ji herêmên ku dê bikeve bin bandora krîza Rûsya-Ukraynayê jî bê guman Sûriye ye. Dibe ku geşedanên nû di krîza Sûriyê de çêbin. Sûriye gavên Rûsyayê ji nêz ve dişopîne û bi lez û bez biryarên Donbassê yên ku Pûtîn erê kirin, nas kirin. (BI WÊNE)

JIN

-Kongra Star şaxê Girkê Legê qada navçeyê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, saet 09:00’an dixemilîne,  hemwextî wê Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê qadên bajêr bi hevkariya bi Nivîsgeha Jin a şaredariya gel û komîteya jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê re dixemilîne. Her wiha Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerekê ji Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê re di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li dar dixe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Li gorî pirsporan, xebitandina bendava Nehdayê ji aliyê Etiyopyayê ve gaveke sembolîk ku Ebî Ehmed ji bo propagandaya siyasî bi kar tîne. Her wiha diyar dikin ku Misir dixwaze lihevkirineke li gorî hemû aliyan pêk were. Lê hikumeta Etiyopyayê tedbîrên yekalî digire. (BI WÊNE)

ANHA