​​​​​​​‛Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen ên kantona Şehbayê da zanîn wan li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir û got: " Tevî hewldanên dewletên hegemon ên belavkirina fitneyê em ê banga azadiya fîzîkî ya rêbertî berdewam bikin."

​​​​​​​‛Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’
23 sibat, 2022   08:18
ŞEHBA

Di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêkhateyên gelê herêmê û rêya xwe di fikirê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş de dîtin ku hevgirtina xwe, têkoşîn, avakirin û sekna li hember hewldanên fitne û belavkirina navbera gelan de, geş bikin.

Li ser vê yekê jnên ji pêkhateyên cuda ji ajansa me re axivîn û piştrast kir ku divê yekitiya gel û pêkhateyên wê were geşkirin.

Koçbera ji Efrînê ya bi navê Meryem Mehmûd da zanîn ku tu cudahî di navbera pêhateyên herêmê de tune ye û wiha got: "Em jinên herêmê bi hev re dixebitin û weke xwişkan hevkar in û tu cudahî di navbera me de tune ye. Me xwe li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku banga projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan kir, bi rêxistin kir."

Meryem Mehmûd wiha domand: "Bi xebata hevpar me tiştên baş pêk anî û em hewl didin vê projeyê bi ser bixin. Her wiha em hewl didin herêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, rêbertî bi fîzîkî azad bikin û wî di  nava gelê xwe de bibînin."

Li aliyekî din jî, welatiya ji pêkhateya tirkmenî Fatme Mûsa destnîşan kir ku ne ji fikirê rêbertî û felsefeya wî bûya serkeftin û rizgariya ji bindestiyê pêk nedihat û wiha pê de çû: "Rêbertî fikirekî mezin da me. Em bi fikirê wî ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Çeçen bi hev re dixebitin."

Fatme Mûsa bang li dewletên hegemon kir ku destwerdanê li karûbarên pêkhateyên herêmê nekin û fitneyê dernexin û ev tişt got: "Çiqas hewl bidin cudabûnê bixin navbera me ew nagihînin armancên xwe. Ji ber ku em ê her tim planên wan eşkere bikin û bi hevgirtina xwe ya xurt bi bin bixin."

Welatiya bi navê Yasmîn Mislim a ji pêkhateya Ereb wiha got: "Em jin, mijarên girêdayî jinên ji hemû pêkhateyên li Şehbayê dişopînin û bi hemû hêza xwe xebat dikin ku fikirên reş ên ku adet û kevneşopiyan di mejiyê gel de çandiye, bi dawî bikin."

Yasmîn Mislim anî ziman ku wan li ser bingehê azadî û rûmetê xwe bi rêxistin kirine û serî ji tu kesî re danaxin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tevî zext, dorpêç û fitneyê yên li dijî gelê me bi giştî bi taybet jinan em tê dikoşin û li ber xwe didin. Ew planên bi armanca lawazkirina vîna jinan û hewldana jinûve ferzkirina desthilatê ye. Lê me xwe li ser rêgeza azadî û rûmetê bi rêxistin kir û em xwe ji tu kesî re natewînin."

(fr)

ANHA