Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora Qinêtrayê kir

Artêşa Îsraîlê vê sibê bi moşekan êrişî nuqteyên derdora Qinêtrayê kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî derdora Qinêtrayê kir
23 sibat, 2022   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê re têkildarî êrişê got: "Derdora saet 12:30`an artêşa Îsraîlê bi gelek moşekan ji Colanê ya dagirkirî, êrişî çend nuqteyên derdora Qinêtrayê kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn."

Di hefteyekê de ev du car e artêşa Îsraîlê êrişî xaka Sûriyê dike. 17`ê Sibatê jî bi moşekan êrişî başûrê Şamê kiribû.

(eh)