Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest

Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê sersaxiya malbat şehîd Hemze Ehmed (Çekdar Bilik) û şehîd Sultan El-Şahî (Sultan) xwest.

Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
Şêniyên Kobanên sersaxiya malbatên şehîd Çekdar û Sultan xwest
22 sibat, 2022   15:24
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê sersaxiya malbata şehîd Çekdar Bilik ê şervanê QSD’ê li gundê Bilik ê 35 kîlometre li başûrê Kobanê xwest. Dûvre şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê li Eyn Îsayê ku sersaxiya malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Sultan bixwazin.

Dema şênî gihaştin bin konê sersaxiyê deqeyeke rêz girtin, piştre Hevserokê Kantona Kobanê Mistefa Îto axivî û wiha got: "Şehîd rûmeta gelê xwe diparêzin, azadiya wê pêk tînin. Gelo em dikarin nirxên şehîdan û destkeftiyên wan biparêzin."

Îto wiha domand: "Ji hemûyan tê xwestin ku destkeftiyên şehîdan biparêzin ku nimûneya projeya neteweya demokratîk bûn. Nirxên şehîdan girabiha ne. Ji ber di oxira parastina vê xakê de welatiyên ji pêkhateyên Ereb û Kurd canê xwe da."

Li aliyekî din jî Salih Ehmed ev tişt got: "Şehîd Çekdar yek ji kesên destpêkê banga azadiyê bersivand, dema çirûska Şoreşa Rojava dest pê kir. Di oxira azadiya gel û welatê xwe de canê xwe da."

Salih Ehmed wiha bi dawî kir: "Ji bo pêkanîna armancên şehîdên me, divê em çi giranbiha heye, bidin. Divê gel bi yek dest be û bi şoreşa xwe re be."

Merasîma sersaxiyê bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA