Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serlêdaneke nû kir.

Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kir
22 sibat, 2022   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê da ku bikarin muwekîlê xwe bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivîbû, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'yê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbû muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve serlêdanên parêzeran bê bersiv têne hiştin.