​​​​​​​Toreke bazirganiya narkotîkê li Tebqayê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tebqayê toreke bazirganiya narkotîkê ku ji 4 kesan pêk tê, girt.

​​​​​​​Toreke bazirganiya narkotîkê li Tebqayê hate girtin
​​​​​​​Toreke bazirganiya narkotîkê li Tebqayê hate girtin
​​​​​​​Toreke bazirganiya narkotîkê li Tebqayê hate girtin
​​​​​​​Toreke bazirganiya narkotîkê li Tebqayê hate girtin
22 sibat, 2022   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyand ku hêzên wan duh (duşem) toreke bazirganiya narkotîkê (madeyên hişbir) li Tebqayê girtiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya xebatên şopandinê yên domdar de, hêzên me piştî komkirina delîlan endamên tora ku ji 4 kesan pêk tê, girtin û bi wan re ev made hatin desteserkirin: 733 hebên Kaptagonê, 10 gram madeya H-Boss û 2 kêr.”

Li gorî malperê, di lêpirsînê de endamên torê li xwe mikur hatin ku madeyên hişbir difiroşin. Piştî bidawîkirina lêpirsînan dê ji Desteya Serdozgeriyê re bên veguhastin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku xebatên wê yên li hember bazirganên narkotîkê berdewam in.

(şx)