SZK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê panelek li dar xist

SZK`ê di bin navê “Zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê gihaştiye qonaxeke çawa?” de, panelek li dar xist.

SZK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê panelek li dar xist
SZK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê panelek li dar xist
SZK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê panelek li dar xist
SZK'ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê panelek li dar xist
21 sibat, 2022   17:45
QAMIŞLO

Bi boneya 21`ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) panelek bin navê “Zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê gihaştiye qonaxeke çawa?” li dar xist. Panel li navenda SZK`ê ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Doko, lîkolîner Konê Reş, Rojnameger Xoşman Qado, Weşanger Abdullah Şêxo, mamoste, rewşenbîr, nivîskar, xwendekar û hezkerên zimanê kurdî hat lidarxistin.

Di panelê de nîqaş li ser asta pêşketina zimanê kurdî li Rojava, pêşeroja ziman; di nava civakê û di taybet di qada weşanxaneyan, ragihandin, perwerdeyê de hatin kirin. Her wiha li ser erka rewşenbîr û nivîskaran di pêşxistina ziman de û geşkirina çanda xwendinê li Rojava nîqaş hatin kirin.

Panel bi deqeyeke rêzigritin dest pê kir. Konê Reş axivî û diyar kir li Rojava xewna Mîr Celadet Bedirxan pêkhatiye ku xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin û got: “Salên borî li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê 3 dibistanên fêrbûna zimanê kurdî li gundan vebûn, lê mixabin piştî serxwebûna Sûriyê ew dibistan hatin girtin.”

Konê Reş da zanîn ku ew niha bi dîtina berhemên xwendekarên Zanîngeha Rojava gelekî kêfxweş e û got: “Berhemên wan gelekî pêşketî ne, ciwanên me di temenên biçûk de helbestên bedew dinivîsînin, bi van pêşketina xwnên bav û kalan pêk tînin.”

Li aliyekî din Abdullah Şêxo jî axivî û diyar kir ku tevî pêşketinan jî hejmara weşanxaneyan li Rojavayê Kurdistanê kêm e ku tenê 3`ê weşanxane ne û wiha dom kir: “Li hemberî weşanxaneyên li Bakurê Kurdsitanê ku di bin desthilatdariya dewletê de ye hejmara weşanxaneyan dighêje 26 weşanxaneyî. Çapkirina pirtûkan ji aliyê rewşenbîr û nivîskaran ve kêm e.”

Rojnameger Xoşman Qado jî da xuyakirin ku hê jî axaftina bi zimanê kurdî ne bi awayekî xwerû ye, ev yek jî dê di derbasbûna salan û bi hatina nifşên nû bi pêşbikeve.

Nesrîn Doko jî destnîşan kir ku gelê Rojava bi taybet gelê Kurd tiyê ziman û çanda xwe bûn, pêwîstiya wan bi perwerdeya bi zimanê kurdî hebû û wiha got: “Bi xebatê ev perwerde derbasî malan bû, helbet erênî û neyîniyên hemû xebatan heye, lê tu carî em vê xebatê bi nêrîneke biçûk nabînin.”

GIRINGIYA PÊŞXISTINA ZIMANÊ KURDÎ

Konê Reş da zanîn di warê piratîk de karkirin ji bo geşkirina zimanê kurdî kom û yekitiyên heyî li Rojavayê Kurdistanê ne li gorî navê xwe tevnagerin û got: “Her kom girêdayî rêxistinekê ye, derxistina pirtûkên felsefî, erdenîgarî û dîrokê kêm in. Ji her gundekî me romanek derdikeve, lê divê pê re jî çanda xwendinê zêde bibe.”

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Doko bal kişand ser çanda xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û got: “Çanda xwendinê li Rojavayê Kurdistanê ji ber hebûna berê ya rejîma Sûriyê qelis e, erka me bi tevahî ye ku em vê hişmendiyê bişkînin,

Weşanger Abdullah Şêxo jî da xuyakirin ku niha nifşên nû hemû bi kurdî perwerdeyê dibînin, pêwîstiya vî nifşî bi pirtûkan heye û got: “Divê ji bo pêşxistina çanda xwendinê waneyeke di dibistanan de bê veqetandin û pirtûkxane di dibistana de bên zêdekirin.”

Rojnameger Xoşman Qado jî diyar kir ku wergerandina nivîs, gotar û nûçeyan bi zimanê kurdî bi hişê kurdî nayê nivîsandin, ev jî pirsgirêke û wiha got: “Pêwîstî bi çêkirina ferhengeke kurdî ji bo ragihandinê heye.”

(sb)

ANHA