Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê çalakiya konvedanê ya ku vê sibehê li Kobanê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûne vegirt. Çalakî bi encamnameyekê bi dawî bû.

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû
20 sibat, 2022   16:24
KOBANÊ

Piştî çalakiyên konvedanê bi dawî bû, li Qada Şehîd Egîd li pêş konê çalakiyê bi beşdariya bi dehan şênî, endamên sazî, navend û desteyên sivîl ên herêma Firatê daxuyaniyek hate dayîn.

Hevseroka Akademiya Şehîd Emkîhan Cûdî ya girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Heco daxuyanî bi zimanê kurdî xwend, tê de neradestkirina PDK’ê ji cenazeyên şehîdên gerîlayan ji malbatên wan re şermezar kir û bi kiryarekî derexlaqî û binpêkirina mafên mirovan û olan bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PDK’ê perspektîfên xwe ji dewleta Tirk a dagirker werdigire û ev yek ji bi rêya serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re eşkere bû. Ew yek jî dema ku Hesekê li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê disekinî pêk hat. Ev jî nîşaneyeke eşkere ya lihevkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewama çalakî û bilindkirina têkoşîna li ser hemû astan heta pêkanîna xwestekên dayikên şehîdan ên wergirtina cenazeyên şehîdên xwe da û bang li PDK’ê kir ku li rêya rast vegere û rêya xiyanetê berde.

(fr)

ANHA