​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi dirûşma "Bi Ruhê Berxwedana Kobanê Em ê Dagirkerî û Îxanetê Têk Bibin" ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan, çalakiya konvedanê li dar xist.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê çalakiya konvedanê li dar xist
20 sibat, 2022   13:31
KOBANÊ

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), hêzên PDK’ê di 28-29'ê Tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danî pêşiya 7 gerîlayan; 5 ji wan şehîd bûn, gerîlayek piştî 16 rojan vegeriya cihê xwe û yek jî dîl hate girtin.

Di çarçoveya çalakiyên wergirtina cenazeyên 5 şehîdên Xelîfanê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li qada şehîd Egîd li bajarê Kobanê kon vedan.

Endamên sazî, navend, deste û partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdarî çalakiyê bûn.

Di destpêka çalakiyê de, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, Eyşe Efendî bal kişand ser berdewamiya şopandina rêya şehîdan heta gihaştina serkeftinê, her wiha girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê, piştgiriya malbatên şehîdên Xelîfan û berdewamkirina çalakiyan heta wergirtina cenazeyên 5 şehîdan.

Piştre li ser navê herêma Firatê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê, Mistefa Îto axivî û got: "Şehîdan soza ku dabû gelê xwe bi cih anî, lê di dîroka hemû gelan de du xet hene; xeta berxwedanê û xeta xiyanetê. Şehîdên Xelîfanê xeta berxwedanê ber bi azadiyê ve hilbijart heta şehîd bûn, lê PDK' xeta xiyanetê ji xwe re hilbijart û hewl dide vîna vî gelî bişkîne û têk bibe."

Cîgirê hevseroka Desteya Ewqafê ya Herêma Firatê, Mela Elî Yildiz destîşan kir ku divê şehîd were pîrozkirin û wiha domand: “Ên fedekariyên şehîdan înkar dikin, îxanetê bi ax, ziman û gelê xwe dikin.”

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Firatê, Osman Xelef got PDK'ê îspat kir ku ew li dijî yekitiya kurdî ye û bi rêya kiryarên xwe yên li dijî Kurdan piştgiriya dijmin dike. Her wiha bang li PDK'ê kir ku li biryar û kiryarên xwe yên li dijî doza kurdî vegere û li gorî berjewendiya gelê Kurd tevbigere.

Hevseroka Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê, Almaz Romî bang li partiyên siyasî kir ku ji bo yekitiya refên Kurdî û çareserkirina doza Kurdî bixebitin. Her wiha piştrast kir ku Partiyên Yekitiya Nîştimanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin yekitiya niştimanî û aştiyê li herêmê, pêk bînin.

Tê payîn ku endam û rêveberên sazî, navend û desteyên herêma Firatê nobetê di çalakiyê de bigirin.

(dx)

 

ANAH