Şêniyên Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd spart axê

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSD`ê Ehmed Hesen El-Hasûd li goristana Şehîd Uqab El-Eswed a li navçeya Til Koçer, spart axê.

Şêniyên Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd spart axê
Şêniyên Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd spart axê
Şêniyên Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd spart axê
Şêniyên Girkê Legê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd spart axê
20 sibat, 2022   12:25
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê cenazeya şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd li qada Azadî wergirt û berê xwe da goristana Şehîd Uqab El-Eswed.

Li goristanê Hêzên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist, dûvre ji fermandarên QSD`ê Muhyedîn Xêrkî axivî û got: "Em îro hevalekî din ji hevrêyên xwe oxir dikin. Şehîd li dijî xetertirîn hêza terorê ya li cîhanê tê dikoşin û em îro bi saya fedekariya wan dijîn."

Paşê kurapê şehîd Ehmed Hesen axivî û soza şopandina rêya şehîdan û mezinkirina têkoşînê da.

Paşê wesîqeya şehadeta şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd hate xwendin û radestî malbatê wî hat kirin. Şehîd di nava dirûşm û sloganan de hat veşartin.

Şehîd Ehmed Hesen El-Hasûd di çarçoveya Pêngava Gurzê gelan de li  Hesekê 23`yê Çileya 2022`iyan de şehîd bûye.

(eh)

ANHA