8 roj in Dag û Er di greva birçîbûnê de ne

​​​​​​​Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er li dijî binpêkirina mafên mirovan, ev 8 roj in di girtîgeha Hewlêrê de di greva birçîbûnê de ne.

8 roj in Dag û Er di greva birçîbûnê de ne
20 sibat, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an sîxurê MÎT’ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar bû hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li wan birî. Herdu ciwanên ku li Hewlêrê girtî ne, 8 roj in li girtîgehê di rojiya mirinê de ne.

Dag û Er îro bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê bêbersiv hatiye hiştin, ji 13’ê Sibatê ve dest bi rojiya mirinê kirine.

Dag û Er ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş wan gelek caran daxwazname dane ji bo girtîgeha ew lê ne bê guhertin, lê belê daxwaza wan bêbersiv maye.

Dag û Er diyar kirin ku rayedarên asayîşê yên ku li ser binpêkirina mafên mirovan pê re axivîne, ji wan re gotine ‘Ji ber ku we dîplomat kuştine em vê dikin’.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dag û Er ber bi nebaşiyê ve diçe û di nava 8 rojên dawî de 10 kîlo li xwe kêm kirine, xwînê verdişin û bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be