​​​​​​​Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr hate oxirkirin

Şêniyên navçeyên Çil Axa û Tirbespiyê şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr a gundê Dekrî ya navçeya Tirbespiyê, oxir kir.

​​​​​​​Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr hate oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Xidir El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr hate oxirkirin
20 sibat, 2022   11:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çil Axa beşdarî merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xidir Cûma El-Hemîd bûn ku di Pêngava Gurzê Gelan de li bajarê Hesekê di 20'ê Çileyê de şehîd bûbû.

Di destpêka merasîmê de endamê rêveber ê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û fedekariyên şehîdan ji pêkanîna ewlehî û aramiyê silav kir.

Îbrahîm îşaret bi girîngiya yekitî û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got berxwedana gelên herêmê ji bo pêkanîna jiyaneke azad û bi rûmet, hemû êriş û komployên li ser herêmê têk birin.

Ji fermandarên QSD'ê Mihemed Zêdan axivî û got: "Berxwedana şervanan û fedekariya şehîdan li pêşiya planên vejandina DAIŞ`ê bûn bendeke asê û cîhan ji gefa DAIŞ`ê parast.”

Li ser navê malbata şehîd Ebdullah El-hemîd soza şopandina rêya şehîd ji bo parastina destkeftiyên herêmê heta gihaştina serkeftinê, da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbeta wî hate kirin. Girseya gel Şehîd Xidir Cûma El-Hemîd li goristana şehîd Dilşêr veşart.

(dx)

 

ANHA