​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir

Di van kêliyan de, Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn konferansa xwe li dar dixe, tê payîn ku îro bi dawî bibe.      

​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir
​​​​​​​Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya 1`emîn li Hesekê dest pê kir
20 sibat, 2022   09:47
HESEKÊ

Konferansa Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a 1`emîn bi dirûşma "Aboriya Civakî Bingeha Serkeftina Neteweya Demokratîk e" îro li bajarê Hesekê dest pê kir. Di konferansê de li ser xebatên desteyê yên sala derbasbûyî, binesaziya rêxistinî ya desteyê nîqaş were kirin, her wiha ji bo pêşketinên aborî û çandiniyê li herêmê dê biryar bê dayîn.

Konferans li salona Serdem a li Hesekê tê lidarxistin, di konferansê de hevserokên deste û komîteyên aborî û çandinyên yên 7 rêveberiyên Rêveberiya Xweser, 150 nûnerên nivîsgeh û saziyên desteyê ku li gelek herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, nûnerên komeleyên kooperatîfan û kesayet ji gelek beşên civakê, bi taybetî yên ku bi aborî û çandiniyê re eleqedar in, beşdar bûn.

Di destpêka konferansê de hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barudo bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya lidarxistyina konferansê û encamên wê axivî ku dê rewşa aborî û çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyêbike bi pêş bixe.

Konferans dê rojekê bidome. Her wiha tê de rapora sala 2021`an a desteyê dê were xwendin û nîqaşkirin. Kar û xebatên desteyê dê werin nirxandin û ji bo pêşxistina aborî û çandiniyê li herêmê dê plansaziyek bê dayîn.

(dx)

ANHA