Ukrayna Donetsk û Luhansk topbaran kir

Komarên Donetsk û Luhansk ragihandin ku artêşa Ukraynayê jîngeh û karegehek topbaran kiriye. Di encamê de sivîl birîndar bûne.

Ukrayna Donetsk û Luhansk topbaran kir
20 sibat, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Novosty a rûsî ku agahiyên xwe dispêre desthilatên Donetsk diyar kir ku hêzên çekdar ên Ukraynayê du jîngeh û karegeheke madeyên kîmyawî topbaran kirine.

Girêdayî heman mijarê hêzên taybet ên komarê got wan êrişeke din li dijî stasyonên kehrebeyê û lûleyên gaxê têk birine.

Wezareta Parastinê ya Komara Luhanskê got wê êrişeke hêzên Ukraynayê li herêma Pionersk şikandine.

Her wiha desthilatan ragihand ku di encamê de 2 welatî hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

(şx)