​​​​​​​Hemwextî aloziya li ser sînorên Ukraynayê Pûtin û Macron li hev dicivin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro bi hempîşeyê xwe yê rûsî Vladimir Pûtin re dicive ku wekî fersanda dawî ya pêşîlêgirtina destwerdana ye.

​​​​​​​Hemwextî aloziya li ser sînorên Ukraynayê Pûtin û Macron li hev dicivin
20 sibat, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi aloziya Ukraynayê re, nakokiyên di navbera Rûsya û rojava de zêdetir dibin, li ser vê yekê îro serokê Fransayê Emmanuel Macron bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimir Pûtin re dicive. Li aliyekî din jî rageşiya li eniya rojhilatê welêt zêde dibe.

Li gorî ajansa Nûçeyan a Fransayê ragihand, hemwextî vê yekê Kiev bang li hevalbendên xwe yên rojavayî kir ku "siyaseta agirbestê" ya li hember Moskovê dimeşînin.

Li gorî qesra Elysee piştî hevdîtina Macron û Pûtin di 7`ê Sibatê de li Moskovê, ev peywendî bi armanca derbaskirina rageşiya mezin a li Ukraynayê li dar ket.

Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê duh bi şev daxuyandibû ku li Donetskê li nêzî eniyê dengê topan hatin.

Kremlin got niyeta wê tune ye destwerdana Ukraynayê bike ku armanc dike wê vegerîne daîreya hegemoya xwe.

Moskov der barê sivikkirina şer de dabînên ewlehiyê dixwaze, jê vekişandina NATO ji Ewropa rojhilat nexasim Ukrayanyê. Lê rojavayî vê yekê red dikin.

(eh)