Li Qamişlo pêşangeha wêneyan

Li Qamişlo 4 şêwekaran bi navnîşana "Serboriyên hunerî" pêşangeheke wêneyan vekir.

Li Qamişlo pêşangeha wêneyan
19 sibat, 2022   14:21
QAMIŞLO

Şêwekar Ekrem Bekir, Kolos Silêman, Zavê û Siûd Şêxo bi navnîşana "Serboriyên hunerî", pêşangehek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vekir.

Di merasîmê vekirina pêşangehê de, Ekrem Bekir axivî û spasiya Desteya Çand û Hunerê kir ku destek da vekirina pêşangehê. Her wiha diyar kir ku armanca wan a vekirina vê pêşangehê teşwîqkirina li ser wênexêz û şêwekariyê.

Şêwekar Kolos Silêman ê ji bajarê Hesekê ji ANHA'yê re axivî û got: "Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê min û 3 hevalên xwe ev pêşangeh vekir da ku tecrûbeyên xwe bi gel re parve bikin."

Silêman da zanîn ku divê hunermend tiştekî li pêşiya pêşandana hunera xwe neke asteng û heta bi rîşa xwe hunera xwe bi derdorê re parve bike.

Pêşangeh wê heta 21'ê Sibatê, ji saet 11:00 heta 16:00'an vekirî be.

ANHA