Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana Kobanê em mafan diparêzin û edaleta civakî mîsoger dikin" yekemîn konferansa xwe li dar dixe.

Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê 1`emîn Konferansa xwe li dar dixe
19 sibat, 2022   14:26
KOBANÊ

Konferans li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Nûner û endamên rêveber ên Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê, endamên sazî û navend û partiyên herêmê, nûnerên Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Edaleta Minbic û Reqayê tev li konferansê bûn.

Destpêka konferansê dozgerê Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Nebîl Çawîş bixêrhatina mêvanan kir û wiha axivî: "Hêvîdar im ev konferans bi ser bikeve û bi endamên baş bi dawî bibe, da ku kar û xebatê pêşbixe û pirsgirêkan derbas bike."

Dûvre bi navê Meclisa Edaleta Jin a Herêma Firatê Felek Yûsif perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser mîsogerkirina edaleta civakî, xwendin. Di perspektîfan de hate destnîşankirin ku projeya neteweya demokratîk li hemberî qanûn nexasim qanûnên destûrî hişyar e, ji ber ku neteweya demokratîk ji qanûn zêdetir bi exlaq û siyaset e.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê îşaret bi rewşa siyasî ya herêmê kir û got, sîstema rêber Ocalan destnîşan kiriye, ji bo hemû aloziyên li Rojhilata Navîn baştirîn sîstem e û wiha got: "Ji lewma hewldana çewisandina gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê yên ku li ser bingeha projeya neteweya demokratîk azadî û demokrasî pêk anîne, dikin."

Ferhan Kobanê ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû gelê herêmê ji bo parastina destkeftiyên bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan û fedekariya şehîdan hatine bidestxistin, kar û xebatê bikin da ku dewletên hegemonîk planên xwe yên bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk pêk neynin."

Dûvre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Hesen Mûş axivî û îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan da û got: "Divê li gorî pîvanên edaletê yên ku di projeya neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan banga wê dike, hatine destnîşankirin pêk were."

Endama Koodînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl banga pêkanîna edaleta civakî kir, nexasim têkildarî edaleta jinan û wê ji hemû qeyd û bendan rizgar bikin.

Paşê rapora salê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê hate xwendin û beşdaran nêrînên xwe li ser pêşxistina vê qadê dan.

(eh)

ANHA