Çîn: Çareseriya aloziya Ukraynayê Peymana Mînskê ye

Wezîrê karên derve yê Çînê got ji bo çareseriya aloziya Ukraynayê bersiva herî guncaw, Peymana Mînskê ye.

Çîn: Çareseriya aloziya Ukraynayê Peymana Mînskê ye
19 sibat, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi îro di daxuyaniyekê de got: "Yekane çareseriya aloziya Ukraynayê, Peymana Mînskê ye û divê Ukrayna nekeve xefika nakokiyên hêzên mezin."

Wang Yi bi kongreyeke ewlehiyê de ev daxuyanî da û got: "Divê hemû alî li hev bicivin da ku nîqaşên kûr bikin, di heman demê de ji bo pêkanîna Peymana Mînskê bigihêjin nexşeyekê û demekê diyar bikin."

Wang Yi her wiha got ne ji mafê tu dewlet û hêzan e ku dema rewşa Ukraynayê nîqaş dikin, guh nedin pîvanên navneteweyî û destnîşan kir ku hin hêzên mezin tevgerên şerê sar dubare dikin û nakokiyên di navbera blokan de gurtir dikin.

(eh)